Banga xwedîderketina li dozê kirin 2023-10-04 09:04:10       SÊRT - Danişîna duyemîn a doza ku li navçeya Berwarî bi awayekî sîstematîk tecawiz li zarokekê kir bêgirtin tê darizandin dê di 5'ê Cotmehê de bê dîtin. Malbata zarok û Baroya Sêrtê banga xwedîlêderketina li dozê kirin.   Li gundê Berwarî yê Sêrtê Huseyîn Tapar û Abdulhamît Şermet destdirêjî li zarokekê kiribûn. Piştî ku bûyer derket holê malbata zarokê çûn midûriyeta polîsan û serlêdana sûc kirin. Piştî giliyê sûc di 8'ê Mijdara 2022'yan de derbarê herdu kiryaran de lêpirsîn hat destpêkirin. Lê tevî qeydên deng û îfadeyan jî di 11'ê Mijdara 2022'yan de ji aliyê Serdozgeriya Perwariyê ve biryara neşopandinê hat dayîn. Malbat û parêzerên wan ji ber biryara neşopandinê serî li dozgeriyê dan. Îtîraza ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê ve hat qebûlkirin û derbarê Huseyîn Tapar de îdianame hat amadekirin.   Dadgehê di danişîna ewil a 23'yê Gulanê de daxwaza girtina Huseyîn Tapar red kiribû û ji bo Abdulhamît Şermet beşdarî danişînê bibe û şahidên nû û qeyda deng bê guhdarîkirin, danişîn taloqî 5'ê Cotmehê kir.   Apê zarokê Selahattîn Ş. banga xwedîderketina li dozê kir û got: "Salek zêdetir e zarok ne li cem me ye. Nadin malbatê. Dema rewşa zaroka me wisa be çima faîl serbest digerin. Ez bang li her kesî dikim ku roja pêncşemê tevlî danişînê bibin."    Komîsyona Mafê Zarkona a Baroya Sêrtê jî li ser hesabê xwe ya dijîtal banga xwedîderketina li dozê kirin.