ROJEVA 04'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-04 09:00:00     * Sarah Marcha, di xebatên Akademiya Jineolojiyê de cih digire derbarê Jineolojiyê de wiha got: “Bi Jineolojiyê ya ku di encama têkoşîna 50 salan de pêş ket, jinan xwe nas kir, xwe bi rêxistin kir û bû hêzeke mezin a têkoşîneke bîrdoziyê ya li dijî pergala kapîtalîst û pergala dagirker. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku şehadeta Nagîhan li dijî ‘xwebûna’ jinê pêk hat.”   *Aktîvîsta rojhilatî Shida Barginia, bal kişand ser Komploya Navneteweyî û got: "Hûn di hemû nûçeyên xwe de dibêjin Rêberê PKK’ê, lê Birêz Abdullah Ocalan ne tenê serokê PKK’ê ye, di heman demê de serokê kurdên 4 parçeyên Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê ez dixwazim bibêjim ku azadiya birêz Abdullah Ocalan bi taybetî ji bo kurdan girîng e. Lê ji bo hemû gelên li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê dijîn jî dê azadiyê bîne."   *Damezrînera MGK'ê Roza Metîna diyar kir ku wê MGK di 7’ê Cotmehê roja ku Gurbetelli Ersoz jiyana xwe ji dest daye de bê vekirin. Rozayê bang li jinên rojnameger kir û got: “Ji bo piştevaniya jinên rojnameger bêtir pêdivî bi xwedîderketina MGK’yê heye.” DÎMEN HEYE    *Di 2020'î de 5 mêran li navçeya Bêgiriyê tecawizî zarokekê kiribûn û derbarê wan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di ecama lêpirsîna hat destpêkirin de îdaname hat amadekirin û du daneşînên dozê hatin dîtin. Danişîna dozê ya 3'emîn dê di 30'ê Mijdarê de bê dîtin. Di danişîna ewl a dozê de ji 5 kiryaran 2 jê hatine tahliyekirin û li gel daxwaza parêzerên zarokê ya girtina kiriyaran di danişîna 2'emîn de jî kiryar nehtaine girtin.      * Endama Komeleya Jinan a STAR a Wanê Rojbîn Bor, bal kişand ser berteka gel a ku li Wanê li hemberî çawişên pispor hatî nîşandan û got: "Piştî ku gel bertek nîşan da bûyer derket holê, ji ber ku faîl bêceza tên hiştin gel bi xwe edaleta xwe pêk tîne." BI DÎMEN