Hanan Osman: Abdullah Ocalan mifteya aştiyê ye 2023-10-03 09:10:03     Melek Avci   ENQERE - Endama Komîteya Amadekar a Newrozê ya Lubnanê Hanan Osman der barê Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de got: “Di komployê de rola DYA’yê tûnebûna wê Tirkiyeyê ev operasyona qirêj temam nekiriba. Îro jî binpêkirinên mafan yên Tirkiyeyê  ji nedîtîve tên û komployê didomînin. Ji bo Tirkiyeyek nû û demokatîk divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin. Belê ew mifteya aştiyê ye.”   Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji Sûriyeyê derket komploya navneteweyî hat destpêkirin. 4 meh şûnde jî di 15’ê Sibata 1999’an de ji Yewnanîstanê hat revandin û teslîmê Tirkiyeyê hat kirin. Di vê komployê de gelek welat û hêzên emperyal cih girt.   Endama Komîteya Amadekar a Newrozê ya Lubnanê Hanan Osman der barê komployê de û paragîdma Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya li cîhanê belav bûye de nirxandin kir.   * Tirkiye bi salane li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan polîtîka tecrîdê pêk tîne û ne malbat ne parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Hûn vê mijarê çawa dinirxînin?   Komploya li hember Ocalan gelek peyman û normên navneteweyî binpê kir. Lîderê gelekî dîl hat girtin û hat tecrîdkirin. Ev polîtîka li dijî Birêz Ocalan tê meşandin, li dijî peymanên mafê mirovane. Tecrîda pêk tê binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî ye. Ev tê wateya astengkirina fikr û ramanên Rêber Abdullah Ocalane. Abdullah Ocalan wek ronahiyekê hemû xelekên tarî teng kir. Ji bo hemû gelên herêmê azad bibin divê bexwedan bê dayîn.   * Abddullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd xwedî rolek girîng e. Lê tu agahî niha jê nayê girtin. Hûn vê mijarê çawa dinirxînin?   Belê Birêz Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de xwedî rolek girîng e. Ew mifteya aştiyê ye. Ji bo Tirkiyeyek nû û demokratîk divê bi Ocalan re diyalog bê destpêkirin. Ji bo Gelê Tirk, Kurd û hemû gelan divê hevdîtin bê destpêkirin. Birêz Ocalan ku wek lîderekî dîrokî tê qebûlkirin, mifteya aştiyê ye. Birêz Ocalan ji bo bi dewleta Tirk re çareseriya hevpar pêk bîne, divê hevdîtin p3ek bê. Bêguman di polîtîka dijminahî û înkarê ya Tirkiyeyê de rola NATO’yê mezine.   * Hêzên navneteweyî çima li dijî tecrîdê evqas bêdeng dimînin?   Hêzên navneteweyî ji bo bigihêjin berjewendiyen xwe, herêma Rojhilata Navîn her tim kirine navenda şer û pevçûnan. Ji ber vê jî projeya jiyana bi hev re û piranî, demokrasiyê ya Abdullah Ocalan aniye, li hesabên hêzên navneteweyî nayên. Ji ber vê jî li dijî binpêkirinên Tirkiyeyê bêdeng dimînin.   * Li Afrîkayê li ser paradîgma Abdullah Ocalan xebat tên meşandin. Dibêjin wê xeta şoreşa nû li Bakurê Afrîkayê pêş bikeve. Ev fikr wê krîza modernîteya kapîtalîst a li cîhanê çareser bike?   Demên dawî de li gelek welatên Rojhilata Navîn û heta Başurê Afrîkayê li ser fikr û ramana Abdullah Ocalan konferans û bername pêk hatin. Em jî tevli hinekan bûn. Di serî de Afrîka, Misir, Urdun, Lubnan û ji Iraqê kes tevli bûn û gotin divê ji bo fikrên Ocalan li civakê belav bibe zêdetir xebat bên meşandin. Ev felsefe ne tenê ji aliyê rewşenbîran ve ji aliyê jinan û hemû aliyên civakê ve tê qebûlkirin. Bawer dikin ku felsefeya Ocalan wê demokrasiyê pêk bîne. Şoreşgerên Afrîkayê jî li dijî hêzên kapîtalîst felsefe û fikrên Ocalan wek hêvî dibînin. Birêz Ocalan ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên Cîhanê bike bin garantiyê, banga têkoşîn û xebatê dike.   * Li dijî polîtîkayên tecrîdê bêdengiya DYA û welatên Ewropa wek erêkirinê an jî wek piştgiriyê dikare bê binavkirin?   Birêz  Ocalan wiha dibêje: “Hêza komploger, tevgera me li dijî projeya mezina  Rojhilata navîn dibîne û ji ber vê dixwaza asteng bike. Li ser vê li hember partî û lîderê wan êriş dan destpêkirin. Radestkirina min jî girêdayê senaryoya dagikirina Iraqê bû. Li dijî min operasyon dan destpêkirin. Ev komploya destpêkirina sêyemîn şerê cîhanê bû.” Belê ev raste.  Di girtina lîderekî de rola DYA’yê tûnebûna, Tirkiyeyê nikaribû ev vê operasyona qirêj temam bike.Ya ku Ocalan teslîmê Tirkiyeyê kir DYA bû. Ji ber vê jî komplo didome û li dijî tecrîda giran bêdengin.   * Biryarên DMME’ê pêk nayên û tevî hemû binpêkirinan hevkariya welatên YE’yê bi Tirkiyeyê re didome. Hûn vê çawa dinirxînin?   Hemû hêz û welat gladyatorên NATO’yê ne. Mîsyona Tirkiyeyê jî tenê parastine. Di şeran de Tirkiyeyê her tim davêjin eniya pêş. Tirkiye jî li gorî qanûn û rêziknameyên wan tevdigere. Pergala li Îmraliyê pêk tê pergalek navneteweyî ye. Ewropa jî nav vî karî de ye.