Dîcle Muftuoglu: Gurbetellî Ersoz hemû pêşdaraz şikandin 2023-10-03 09:08:12         Dîlan Babat   ENQERE - Hevsreoka DFG’ê Dîcle Muftuoglu der barê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd de li girtîgeha dimîne pirsên me bersivandin û diyar kir ku Gurbetellî Ersoz hemû nerînên serdestiya mêr yên di çapemeniyê de serobino kirine û got: “Nagîhan Akarsel, Nujiyan Erhan, Denîz Firat, Ayfer Serçe hem bi têkoşîn hem bi rojnamegeriya xwe rê dan ber me.”   Gurbettelî Ersoz ku yekemîn gerînendeya giştî ya jin a Tirkiyeyê bû, di 7’ê Cotmeha 1997’an de jiyana xwe ji dest da. Ji wê rojê şûnde rojnamagerên jin pênûsa Gurbettelîyê girtin û li dijî hişmendîya serdest a mêr û ji bo ragihandina heqîqetê têkoşînek mezin dan. Ji ber ku di 7’ê Cotmehê de Gurbetellî jiyana xwe jidest da ji sala 2014’an de 7’ê Cotmehê wek Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd” hate ragihandin.   Mîrateya dewr hat girtin mezin dibe   Di 8’ê Adara 2012’an de yekemîn Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) li Bakurê Kurdistanê dest bi weşandê kir. Navenda wê li Amedê bû û mînaka wê li cîhanê tûnebû. Ajans di 29’ê cotmeha 2016’an de hat girtin. Piştî wê Gazate Şujin dest bi weşanê kir û  di 25’ê Tebaxa 2017’an de hat girtin. Niha bi JINNEWS  weşana xwe didomîne. Jin tenê bi vê jî sînor neman di 9’ê Çileyê 2018’an de JIN TV ava kirin.   Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu ku di 3’ê Gulanê Roja Rojnamegerên Cîhanê de hat girtin ji girtîgeha  Sîncanê ya Jinan der barê 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd de pirsên me bersivandin.   'Nêrîna azadîxwaz a jinê xwe da der’   “Ez Gurbetelli Ersoz bi rêzdarî bi bîr tînim. Gurbetellî hemû nêrîn serdets ên mêr ên di çapemeniyê de serobino kir. Yekemîn gerînendeya jin a Tirkiyeyê bû. Bêguman Ozgur Gundem bû qada afrîneriya rojnamegeriya rast. Tiştên nedihatin nivîsin nivîsin. Tevî hemû astengiyan ev kir. Di vê nokteyê de nêrîna azadîxwaz a jinê di çapemeniya azad de xwe da der. Ji têkoşîna Gurbetellî em gelek bi bandor bû. Gurbetelî û jinên mîrateya wê dewr girtin bi hev re li dijî mêran û li hember xwe têkoşîn meşandin. Di vî alî de hemû pêşdaraz şikandin.”   ‘Gurbetellî bû pêşeng’   Dîcleyê her wiha di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku Gurbetellî Ersoz di pêşketina nûçegîhaniya jinê de  bûye pêşeng û wiha domand: “Destkeftiyên hatin bidestxistin bandor li hemû cîhanê kirin. Di alî nûçegîhaniyê de zimanek ava bû. di alî nûçegîhaniya jinê de çavkanî hat avakirin. Ez jî di nav de rojnaemger dema nûçeyekê çêdikin li JINNEWS’ê dinêrin û hewce dibînin ku ka nûçe bi kîjan terzê tên çêkirin. An jî gelek rojname û TV ne dema qetilkirina jinan, têkoşîna jinan dikin nûçe.”   ‘Dixwazin asteng bikin’   Dîcleyê destnîşan kir ku li welatên wek Tirkiyeyê ku faşîzm û despotî di meriyetê de ye, gel nikarin bîhna xwe bigirin û wiha dirêjî daye: “Krîza aborî, şer, neçareseriya pirsgirêka Kurd, kuştinên jinan bêguman azadiya fikr û ramanê tûne dike.  Malper, înternet û nûçe tên sansurkirin. Hevalên me tên girtin û tehdîdkirin. Bi taybet jî jin û rojnamegerên jin dibin hedef. Dixazin jinan tûne bikin. Yek bi yek destkeftî ji destê wan tên girtin. Ji bo me rojnamegerên jin destkeftiyeke 30 salî mijara gotinê ye. Bi têkoşînek demdirêj re gelek tişt hatin afirandin. Divê li dijî êrîşan bertek bê rêxistinkirin û mezinkirin. Berovajî vê em ê nikaribin rojnamegeriya jinê xurt û mezin bikin.   ‘Em ê gotina xwe bêjin’   Dîcleyê peyama xwe ya ji bo Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd wiha got: “Ez di şexsê Gurbetellî de hemû şehîdên çapemeniyê bi bîr tînim. Nagîhan Akarsel, Nujiyan Erhan, Denîz Firat, Ayfer Serçe hem bi têkoşîn hem bi rojnamegeriya xwe rê dan ber me. Ez hemû rojnamegerên jin silav dikim. Roja me pîroz be.”