Jinan ji Wanê bang kirin: Em ê bêdeng nemînin 2023-10-02 18:59:23   WAN - Li Wanê jinan xwest tazica çawîşê pispor protesto bikin. Polîsan êrişî jinan kir û bi hincera peyva "ên biunîforma" nehiştin daxuyanî bê dayîn. Jinan jî got: "Em ê bêdeng nemînin."    Li Wanê Komeleya Jinan a Starê xwesr taciz çawîşê pispor protesto bike. Polîsan êrişî daxuyaniyê kir. Daxuyanî li ber avahiya komeleyê hat dayîn. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî piştgiriya daxuyaniyê kirin. Jinên ku ewilî xwestin li ber Navenda Kar a Karîzmayê daxuyaniyê bidin, pankarta "Dê li dijî taciz û tecawiza ên bi unîforma têkoşîna jinan a rêxistinkirî bi ser bikeve" vekirin. Polîsan bi hinceta peyva "ên bi unîforma" êrişî jinan kirin.    Polîsan xwest jin bê pankartê daxuyaniyê bidin. Jinan bertek nîşan da. Her wiha rojnamevanên ku xwestin dîmenan bigirin jî ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan bi mertalên xwe nehiştin rojnamevan dîmenan bigirin.