'Di hilbijartinên herêmî de dê gel bersivê bide qeyûman' 2023-10-02 16:41:49     ENQERE - Parlamentera Partiya Çep a Kesk Gulistan Kiliç Koçyîgît ku di salvegera 3'emîn a salvera tayînkirina qeyûm ya li ser Şaredariya Qerê de li meclisê axivî, diyar kir ku dê gel di hilbijartinên herêmî de bersivê bide qeyûman.   Di 2’yê cotmeha 2020’an de qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hatibû kirin. Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Qersê Gulistan Kiliç Koçyigit di 3’yemîn salvegera tayînkirina qeyûm de li Meclisê daxuyaniya çapemeniyê da û anî ziman ku politikaya qeyûm ji bo demokrasiyê û îradeya gel darbe ye.   Gulistanê destnîşan kir ku AKP xwest di sala 2016’an de kanûna qeyûm ji Meclisê derbas bike lê belê bi saya muxalefeta HDP’ê ya çalak nikariye vê yekê bike û got: “Bi îmzeya Erdogan a di dema OHAL’ê, de rê li ber tayînkirina qeyûman hate vekirin.”   'Saziyên jinan bûn hedef'   Gulistanê destnîşan kir kir ku sedemên tayînkirina qeyûman ên siyasî û aborî ji hene û got: “Xwestin bi tayînkirina qeyûman çavkaniyên herêmî ên şaredariyan nekevin xizmeta gel. Polîtîkayên HDP yên şaredariyan demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê diparêzin. Bi tayînkirina qeyûman xwestin pêşî li van polîtîkayan bigirin. Li bajêr Mor Cafe, Navenda Piştevaniya Jinê, Maxazaya Piştevaniyê ya Civakî û Bazara Keda Jinê ku bi ji bo piştgirî û piştevaniya jinê hatibûn vekirin, bi tayînkirina qeyûman hatin girtin. Ev yek jî nehişt çavkianiyên herêmîn werin nasîn û firotin.   ‘Fikrên cuda hatin astengkirin’    Gulistanê destnîşan kir ku Konseya Bajêr a ku temsiliyeta gelek derdoran dikir hate bêbandorkirin û wiha axivî: "Her wiha gelek karker jî ji kar hatin dûrxistin. Tevî dadgehan derbarê hinek karkeran de biryara vegerîna kar dan jî, nehiştin ev kes vegerin ser karê xwe. Tiştên wek meşîna çopê, ekîpmanê paqijiyê ji şaredariyan re nedihatin şandin yeko yeko piştî tayînkirina qeyûman hatin şandin. Qeyûm hinek xizmetên ku me dabûn destpêkirin, wekî ku ew bi xwe daye destpêkirin da nişandan.”   'Dê gel bersivê bide qeyûman'   Gulistanê di 3’yemîn salvegera tayînkirina qeyûman de destnîşan kir ku gelê Qersê baweriya xwe ya vîna gel û mafê mirovan dê biparêze û diyar kir ku tayînkirina qeyûman di Tirkiyeyê de ji bo demokrasi û hilbijartinên herêmî gefeke mezin ê. Gulistanê da zanîn ku ew ê têkoşînê bi hev re mezin bikin û di hilbijartina pêş de dê bi gel re bersiva herî xurt bidin polîtîkayên qeyûman.