5'emîn Kongreya Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî hat lidarxistin 2023-10-02 14:31:59       NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Bîelefeldê Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî 5’emîn Kongreya xwe li dar xist û peyama xurtkirina rêxistinbûnê da.   Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê Sîwana Meclîsê Jinên Êzidî 5’emîn kongreya xwe, bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî, Bi Têkoşîna Jin Tola 74 Fermanan hilînin” bi beşdariya 120 delegeyan li dar xist.Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen, Parlamentera berê ya HDP’ê Feleknas Uca û Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê jî weke mêvan di kongreyê de amade bûn.    Di kongreyê de ji bo cangoriyên 74 fermanan rêz hate girtin û peyama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava hatin xwendin.   'Pêwiste berê me li Şengalê be'   Di peyama TAJÊ de hemû beşdervanên kongreyê hatin silav kirin û ev tişt hate gotin, “Di sedsala 21’emîn de Kurdistan bûye navenda şerên hegomon. Bê guman divê bê zanîn ev mijarên girîng û jiyanî bêyî Rêber Apo ti pirsgirêk çareser nabe. Hêzên komploger tecrîda li ser Rêber Apo veguherandine şerekî siyasî.  Ev rewşeke cidiye ku ji şîrove zêdetir ji me têkoşîn û pratîkek bi hêztir tê xwestin. Ev yek erk û berpirsyartiya me ye. Em li kuderê bin û ji kîjan aliyê Kurdistanê bin, pêwîste berê me li Şengalê be.”   Di peyama Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava de jî hate destnîşan kirin ku, Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinên Kurd textê terorê û xeyalên wan ên avakirina dewleta wan hilweşand û hate gotin, “Li dijî vê zîhniyeta derew, ji bo parastina mîrate, çand, ziman, bawerî û nirxên exlaqî yên civakî em rêxistina xwe berfirehtir dikin.”    Xurtkirina rêxistinê   Piştre nûnerên saziyên tevgerên jinan mafên axaftinê girtin. Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen, anî ziman ku ew êdî rêxistinbûna xwe xurt kirine û got, “Em ji niha û pê ve bi ti êriş û fermanên li ser me tê ferzkirin, tine nebin. Ji ber ku êdî em bi rêxistinkirî ne û xwedî hêzek civakî, siyasî û leşkerî ne û li ber xwe didin.”   Parlamentera berê ya HDP’ê Feleknas Uca di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya meha Cotmehê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî Êzidiyan weke berdewamiya Fermanan nirxand.   Êşa jinên elewî û êzidî   Ji Yekitiya Jinên Elewî Songul Morsumbul Tarhan jî axivî û ev tişt got, “Em jinên Elewî êşên jinên Êzidî ji nêz ve hîs dikin. Têkoşîna we ya pir bi nirx pêşengiyê ji hevgirtina hemû jinan re dike.” Di kongreyê de rewşa siyasî, rêxistinî, kar û xebatên pratîkî yên du salan hatin nirxandin û ji bo xebat û rêxistinkirinê plansaziyên nû hatin danîn.   Çareseriya pirsgirêka kurd   Yek ji xalên herî girîng a plansaziyê, rizgarkirina keç û zarokên Êzidî yên ku hîna di destê DAÎŞ’ê de dîlgirtî ne. Xalek din a girîng jî mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û demildest rakirina wê bû. Her wiha ji bo çareserkirena pirsgirêkên li gundên Êzidî yên li Bakurê Kurdistanê, wê hêza jinan di nava meclîsên gundan de bê xurtkirin.    Di dawiya kongreyê de rêveberiya nû ku ji 30 kesî pêk tê hate hilbijartin.   5’emîn Kongreya Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî, diyarî pakrewan Laleş Avesta hate kirin.