Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin 2023-10-02 09:33:33       NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan serê sibehê li Stenbol û Kirklareliyê li dijî HDK û HDP'ê operasyona qirkirinê pêk anîn û di encamê de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.   Serê sibehê li Stenbol û Kirklareliyê di serdegirtinên malan de rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin. Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya diyar kir ku serdegirtin li 26 deveran hatiye kirin.   Çend ji kesên hatine binçavkirin bi vî rengî ne:   "Endamê Meclîsa Giştî ya HDK'ê Ûmût Ezber, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Cengîz Topbaşli, Hevseroka Giştî ya Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan, Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi, Hevserokê HDP'ê yê Pendîkê Oya Aytekîn, rêveberê HDP'ê yê bajêr Çetîn Aslanboga û Mesût Firat, rêveberê HDP'ê yê Ataşehîrê Halîl Aksû, Hevseroka HDP'ê ya Bakirkoyê Gonca Yangoz û Mehmet Akçîçek, Bulent Yildirim, Zaynel Azadî, Fîkriye Sarigol, Bûrcû Demîr, Fethiye Kizmaz, Behiye Demîr, Huseyîn Avras, Baran Sumbul, Oktay Okşal û Behiye Dûman.