Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Her tişt ji bo azadiyê' derket 2023-10-02 09:14:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 198’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Her tişt ji bo azadiyê” derket.    Hejmara 198’an a Rojnameyê Xwebûnê bi manşeta “Her tişt ji bo azadiyê” derket. Rojnameyê, di hejmara xwe ya vê hefteyê de mijara tecrîdê û têkoşîna kurdan a li dijî tecrîdê derxist manşetê. Rojnameyê bal kişand ser çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 24 sal in li Girava Îmraliyê didome û hêrs û bertekên kurdan û dostên kurdan li çar parçeyê Kurdistanê û Ewropayê zêde dibin.   Rojnameyê di surmanşetê de jî bi zaravayê Kirmanckî cih daye nivîsên nivîskar Gulçîn Adar û Valêre yên der barê jiyana Rojnameger Seyîd Evran û Rojnameger, Lêkolîner û Akademîsyen Nagîhan Akarsel.    Rojnameyê di rûpela duyemîn de cih daye nivîsa Niviskar Adar Gulan a bi sernavê ‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’. Adar diyar dike ku ew strana şoreşê, ji dayîna têkoşînê fêm dikin! û dibêje: “Jinên ku jiyanê tînin ser zimên, ew kesin ku ji strana azadiyê kezî dihonin; ji hestên wan, ji her hevokên wan evîna welêt bejn bilind dibe. Di her rûpelên pirtûka çîroka şoreşê de, hêviyê li rûyê jiyanê dineqişînin. Di vê wateyê de li gor şareza vê pirtûka ji ezmûnên dîroka me, jin têkoşîna xwe bi rêxistin dike. Bi vê heqîqeta jiyanê ku di tarîtiyê de aliqî ma; rastiyê ronî dike.    Rojname di rûpela nûçeyan de jî cih dide nirxandinên Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Tulîn Aydas a der barê kampanyaya xwe de kiriye. Tulîn, diyar dike ku ew bi kampanya xwe xeta têkoşîna jinê bi rêxistin dikin û dê di çarçoveya kampanyaya xwe de gelek bernameyan li dar bixin.