Rêwitiyek ber bi çapemeniya jinê ve 2023-10-02 09:07:56       NAVENDA NÛÇEYAN - Di çapemeniya azad de rojnamegerên jin ji destpêkê heta îro hem di nûçegîhanî hem di rêxistinbûnê de geşedanên girîng jiyan û bûn pêşengên guherînê yên di çapemeniyê de.   Gurbetellî Ersoz, di qada çapemeniyê de ji bo jinên rojnameger ên kurd rolekê pêşengtiyê girt ser milên xwe û xwedî mîrateyek mezin e. Cara yekemîn li Tirkiyê Gurbettelî Ersoz bû Gerînendeya Giştî ya Weşana Ozgur Gundemê. Gurbetellî di 7’ê Cotmeha 1997’an de jiyana xwe jidest da. Ji wê rojê şûnde rojnamagerên jin pênûsa Gurbettelîyê girtin û li dijî hişmendîya serdest a mêr û ji bo ragihandina heqîqetê têkoşînek mezin dan. Ji ber ku di 7’ê Cotmehê de Gurbetellî jiyana xwe jidest da ji sala 2014’an de 7’ê Cotmehê wek Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd” hate ragihandin.   Çapemeniya azad ji  kevneşopiya çapemeniya Kurd a sedsalî ya 1898’an heta îro xwedî bûye û  40 sale jî bi geşedan û nirxên girîng xwedî cihekî mezine.   Çapemeniya Kurd heta îro bi gelek zextan re hatiye rû hev. Di têkoşîna azadiya Kurd û hebûna gelê Kurd de çapemeniya azad jî para xwe ji zext û zoran girt.   Ji roja ewil heta niha jinan di çapemeniya Kurd de cih girt. Lê zêde nehatin dîtin û bi çapemeniya azad re hatin dîtin.    Bi geşedanên di têkoşîna gelê Kurd de jinên Kurd qadên xwe ava kirin û pêşengî kirin. Di encama vê rêwistiya zehmet de destkeftiyên xwe her çûn zêdetir kirin.   Di 40 salên dawî de bi pêşketina Tevgera Azadiya Kurd re, di çapemeniya Kurd de keda jinan gelek girîng e. Ji Kovarê heta rojnameyê, ji ajansa jinê heta televizyona jinê, di her qada çapemeniyê de jinên Kurd bûn kirde.   Gavek yekem:Jîn   Di dîroka çapemeniya Kurd de rojnameya Kurdistan wek destpêk tê zanîn. 20 sal piştî Rojnameya Kurdistan di 1918’an de Kovara Jîn a hat weşandin ji bo jinan destpêke û  di dîrokê de pir kêm cih jê re hatiye dayîn. Yanî dîtina jinên Kurd a di çapemeniyê de bi weşana Cemiyeta Jinan a Kurd Tealî yanî bi Kovara Jîn dest pê dike.   Wê demê di Cemetiya Jinên Kurd a Talî de arîstokratên Kurd cih digirtin. Kovara  u li ser Kurdbûn û wekheviyê nivîs diweşand tenê du hejmar hatin weşandin.   Kovara ku pirsgirêka jinê kir navenda xwe   Dîsa di dema Osmaniyan de bi hevkariya hemû jinan Kovara Cîhana Jinê derket. Di navenda kovarê de pirsgirêka jinê hebû. Kovar di 1913’an de derket û heta 1921’ê weşana xwe domand. Di nav damezrîner û nivîskarên kovarê de ji ekîba kovara ‘Jîn’ Meziyet Bedirxan, Fexriye Bedirxan, Mes’adet Bedirxan, Fato Nalî cih digirtin.   Di navbera 1932-1950’an de di çapemeniya Kurde jinan wek nivîskar û rêvebr cih girtin. Rewşen Bedirxan Midûra karê nivîsan a Hawar bû. Rahmetxan  piştî mirina bavê xwe Pîremêrd di 1950’an de xwediya imtiyazê ya Kovara Jîn bû. Di navbera 1950-2018’an de jinên Kurd li her çar parçeyê Kurdistan û dîasporayê 106 kovar, rojname, ajans, malperên înternetê ava kirine. îhtîmala ku ev hejmar zêde ye jî heye. Jinên Kurd di salên 1950’yî de 3 weşan, di 1970’ê de weşanek, di 1980’yî de 6 weşan, di 1990-1999’an de 47 weşan, di navbera 2000-2009’an de 38 weşan, di 2010-2018’an de jî 23 weşan derxistine.    Li çar parçeyê Kurdistanê weşandên derketine   Afretî Azad, Afret, Huner, Dengî Jinanî Kurdistan, Karwanî Afret, Afretî Kurd, Xanzad, Dengî Afret, Kadınların Kurtuluşu, Jina Kurd, Tewar, Yekbûn, Jiyan, Sêber, Jinî Emro, Dengî Afretan, Mehabad, Peyamî Xuşkan, Jina Serbilind, Jîn, Dengê Jinên Kurdistanê, Jinê Rabe, Yeksanî, Ji bo Rizgariya Jinan, New Day, Jin, Zîna Nû, Arjîn, Tiruske, Tewar-Javîn, Sinûr, Spêde / Spêdey Nwê, Dengî Jinan, Bêdarî Xuşkan, Ronahî, Roza, Dengê/Dengêk, Jujin, Çarşêw, Îlaf, Nîwey le Yadkiraw, Jiyanewe, Ayinde, Jiyanî Azad, Mîşkat, Mafî Afret, Bangeşey Rastî, Yaşamda Özgür Kadın. Nivar, Jin û Jiyar, Xanimî Ku, Jin û Jiyan, Lawêj/Awêze, Dengî Xaniman, Dengê Jiyan, Nwêkar, Rasan, Pêge, Rêwan, Şawuşka, Dengê Jinan, Dengê Jiyan, Roşnayî, Jinan, Tanrıça Zîlan, Jin û Jiyan Nû, Xatûzîn, Îştar, Behare Zen, Berbang, Hêlîn, Rasan, Berew 8’î Mars, Newaya Jin, Dayik, Komarî Roj, Seday Wê, Hêviya Jinê, Gulcar, Kiçan, Warvîn, Zînê, Rodoz, Rewşen, Raperî, Asoya Jinê, Binevş, KJA, YJA Star, YPJ Star, JINHA, Şûjın, Jinnews, Jineolojî.   Geşedanên salên 1990’î   Yekemîn kovara îdeolojîk a Tevgera Azadiya Kurd a jinê Jina Serbilind di 1993’an de li Ewropayê hat derxistin.  Yekemîn rojnameya jinê a Tevgera Azadiya Kurd ‘Jiyana azad’ di 8’ê Adara 1997’an de li bajarê Silêmaniyê ya Başurê Kurdistanê heftane dest bi weşanê kir.  Di 1999’an de rojnameyê navber da û ji 2000’î şûnde bi navê Rojnayî dest bi weşanê kir. di 2004’an de bi navê Ruska derket.   Di 1998’an de Kovara ‘Jina Azad’ derket. Di weşangeriya jinê ya xebatên çapemeniya azad de cihekî girîng digire. Piştre bi navên ‘dengê jinê’, ‘dengê jina azad’ derket. Ji ber zextan her tim hat girtin û bi navê cuda derket.   Xeta rupela sêyemîn hat serobinokirin   Di salên 2000’î de di alî weşangeriya çapemeniya azad de geşedanên girîng pêk hatin.  çapemeniya alîgir ku jin di rupelên sêyemîn de heps dikir tenê nûçeyên di formata ‘evîn, hezkirin, cînet, jina ku têkiliyek din dijî’ derxistin pêş. Çapemeniya azad ku xeta weşaneke ku pêşketina hişmendiya jinê esas digirt  meşand û rupeleknû vekir. Rojnameya Ozgur Gundem gava ewil avêt. Ji bo jinan rupelek xweser hat veqetandin. Rê û rêbazên têkoşînê bi nûçeyan hat nÎşandan û polîtîkayên dibûn sedema tundiya li ser jinê hatin derxistin.   Dîtina jinan   Jinan xwe bi vê re îfade kirin, pirsgirêkên xwe anîn ziman, daxwaz û çalakiyên xwe bi rayagiştî re parve kirin. Çapameniya azad bi vê bû qadeke ku jinên Kurd tên dîtinê.   Jinên Kurd mecrayên aydê xwe ava kirin û nokteyên ku nasnameya zayend û netewî tên gel hev, bi serkeftinê kîfş kirin. Çapemenî bû hêza ku gotina jinê vediguhere teoriyê.   Di 2001’ê de yekem car kovarek îdeolojîk a navenda wê li çiyê bû Tanriça Zîlan hat derxistin. Di 2001’ê de li Başurê Kurdistanê Dengê Jiyan, di 2004’an de kovara Star ya YJA STAR’ê hat derxistin. Di 2003’an de Kovara Bahara Zen li Rojhilat hat derxistin û di 2007’an de jî bi navê Zîlan hat weşandin.    Li Ewropayê jî Newaya Jin di 4’ê Nîsana 2005’an de hat derxistin. Di 2007’an de jî Hêviya Jinê li Bakurê Kurdistanê hat derxistin.   Di weşên çapemeniya jinên Kurd e gava yekem   Di 8’ê Adara 2012’an de yekemîn Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) li Bakurê Kurdistanê dest bi weşandê kir. Navenda wê li Amedê bû û mînaka wê li cîhanê tûnebû. Ajans di 29’ê cotmeha 2016’an de hat girtin. Piştî wê Gazate Şujin dest bi weşanê kir û  di 25’ê Tebaxa 2017’an de hat girtin. Niha bi JINNEWS  weşanda xwe didomîne.   Di rêxistibûna jinê de yekem e   Yekîtiya Ragîhandina Jinên Kurdistan (RAJIN) di 2013’an de bi armanca ku reng û rêxistinbûna jinê bi awayekî xurt li her qadê bidin xuyakirin, hat avakirin.Di 2017’an de xebatkarên jin yên çapemeniya azad li Amedê hatin gel hev û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezoptamyayê (MKGP) ava kirin.   Televizyona jinê   Di 9’ê Çileyê 2018’an de JINTV hat vekirin û di 8’ê Adarê Roja Jinên cîhanê de weşana test dest pê kir û di 30’ê hezîranê de dest bi weşanê kir.   Komeleya rojnamegerên jin hat avakirin   Rojnamegerên jin yên Kurd li pêşketinên qada çepemeniyê yên nû zêde kir û di 7’ê cotmehê Platforma Rojnamegerên Jin yên Mezopotamyayê veguhertin komeleyê.    Renge çapemeniyê tê guhertin   Di çapemeniya azad de rojnamegerên jin ji destpêkê heta îro hem di nûçegîhanî hem di rêxistinbûnê de geşedanên girîng jiyan û bûn pêşengên guherînê ya di çapemeniyê de.