Erdhejzedeyên li Bayrakliyê çalakî kirin 2023-10-01 14:11:29     ÎZMÎR - Erdhejzedeyên ku xewstin wan ji bajarê Konteyniran derxînin, bi daxuyaniyekî biryara derbarê wan de hat dayîn şermezar kirin.   Piştî erdheja sala 2020’î ku li Behra Egeyê û di 6’ê Sibata îsal jî navenda wê Mereş bû pêk hatin  de mexdûrên erdhejê yên ku li bajarê konteynirê yê li Bayrakliya Îzmîrê hatiye avakirin bi cih bûne, der barê biryara valakirina bajêr de daxuyaniyek dan. Di 30’ê Îlonê de mexdûrên erdheja ku dema wan a di bajarê konteyniran de hat bidawîkirin li ber bajarê konteyniran hatin cem hev û dowîzên bi dirûşmên, “Em naxwazin li kolanan bimînin”, “Mafê me yê starbûnê ji dest me negirin”, “Havîna me neguherînin zivistanê" û "Kesê ku dengê me bibihîze tune ye" hilgirtin.   'Em mirovên ku nizanin biçin ku derê ne'   Ji mexdûrên erdhejê Ayhan Çetîn  diyar kir ku ew cihek dixwazin û wiha got: “Tu hatina me tune ye. Ez bi kurê xwe yê ku nexweşiya bipolar pê re heye re dijîm." Ayhanê bertek nîşanî biryara valakirina bajêr da û wiha got: "Yên ku malên wan hene bila biçin, lê em tenê kesên ku hatiniyeke wan tune ye û nizanin biçin ku derê ne."   Beriya meh û nîvekê hat   Semra Şaraldî ya ku piştî erdheja 6'ê Sibatê ji Semsûrê hatiye bajêr jî, diyar kir ku ji wan re hatiye ragihandin ku dê ji bajarê konteyniran bên derxistin û got, “Em beriya meh û nîvekê hatin vir. Ger ku dê me derxin çima gazî me kirin? Alîkarî ji me re tê kirin, lê bi vê alîkariyê em nikarin heqê kirê bidin.  Cihekî em biçinê tune ye. "   Alîkariya tê kirin têrê nake   Yek ji mexdûrên erdheja 6'ê Sibatê Adnan Dûnyagzelî jî di axaftina xwe de diyar kir ku cihê ku ew biçin nemaye û beriya ku 12 mehên wan bi dawî bibin di meha 8'an de ji wan hat xwestin ku derkevin. Orhan Balık jî di 15'ê Adarê de diyar kiribû ku dewlet ne dewleteke civakî ye.