Dê ji bo bîranîna Nagîhanê 'Rojên Jînerjiyê' bên lidarxistin 2023-10-01 12:50:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku ji bo bîranîna Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê "Rojên Jinerjiyê" bên lidarxistin.   Ji bo bîranîna rojnamevan, akademîsyen û endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku di encama êrîşa 4’ê Cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmanî yê başûrê Kurdistanê hat qetilkirin, “Rojên Jinerjiyê” tên lidarxistin. "Rojên Jinerjiyê" ku ji aliyê Akademiya Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tên organîzekirin wê di navbera 2-4'ê Cotmehê de bê lidarxistin.   Li 7 bajaran çalakî   Li gorî nûçeya Nûjînhayê dê li 7 bajaran çalakî bên lidarxistin. Di 2'ê Cotmehê de jî wê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişlo daxuyaniyek çapemeniyê bê dayîn û peyam ji NY re bê dayîn. Wê kurteçîroka jiyana Nagîhan bê vegotin. Performansa “Ez Nîsan im” dê bê pêşandan. Dê helbestên Dengbêj û “Jina Kurd” bên pêşkêşkirin. Ji aliyê Koma Elefterya ve dê lîstika Şanoyê ya 'Jin, jiyan, azadî' bê lîstin. Li Kobanê, Şehba, Tebqa, Minbic, Heleb û Dêrikê jî heman çalakî wê bên lidarxistin.   Pirtûkxane dê bê vekirin   Di salvegera qetilkirina Nagihanê de pirtûkxaneyek bi navê wê li bajarê Helebê tê vekirin.