Manşeta vê hefteyê ya Kovara Jinê Nagîhan e 2023-10-01 11:15:21     STENBOL - Kovara Jinê di yekemîn salvegera qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, rojnamevan û nivîskar Nagihan Akarsel de nivîsa wê kir manşeta xwe.   Hejmara 31'emîn a Kovara Jinê ku her hefte derdikeve, vê hefteyê ji li pêşberî xwendevana ye. Ji bo bîranîna endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, rojnamevan û nivîskar Nagihan Akarsel ku li Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê di 4'ê Cotmea 2022'yan de hat qetilkirin, kovarê di hejmara xwe ya vê hefteyê de nivîsa wê ya bi sernavê "Helwesta fedayî ya hebûnê: Berxwedan" kir manşet.    Hevpeyvînên ji Kurdistanê ji bo jinên cîhanê    Di hejmara vê hefteyê de, gotubêja Matt Broomfîeld ku bi damezrînerê Arşîvên Jinan re Raz Xaîdan re kir, çîroka arşîvkirinê ya ku bi piştevaniya jinên kurd û jinên ji gelek deverên cîhanê hatiye komkirin ku îlanên mirinê û reportajên bi jinên Kurdistanê re hatiye kirin pêk tê ya bi sernavê, "Careke din jiyan li derveyî malbatê" cih digire.   Wergera li ser jinên kurd   Gotara Sarwa Azeez ku nirxandina berhema Çiro Zend a bi navê “Bîranînên keça lehengekî kurd” nivîsandiye, ji aliyê koms Kovara Jin ve ji bo xwendevanan hatiye wergerandin û di vê hejmarê de cih girtiye. Li aliyê din nivîsa Hulusî Osmanağaoglû ya bi sernavê “Careke din jiyan li derveyî malbatê” di vê hejmara kovarê de yê pêşbrtî xwendevanan.   Hemû sernavên di  vê hejmarê de wiha ne:   *Helwesta fedayî ya hebûnê: Berxwedan / Nagihan Akarsel   *Bibîranîn berxwedan e: Jiyan Archives and Raz Xaidan / Matt Broomfield – Werger   * Çiro Zend “Bîranînên keça lehengekî Kurd” / Serwa Azeez – Werger   *Careke din jiyan li derveyî malbatê / Hülya Osmanağaoğlu   Hûn dikarin hemû gotaran ji vira bişopînin.