ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-01 09:00:00     *Endama Lijneya Weşana Kovara Jineolojiyê Dîlan Yildiz, bi minasebeta salvegera qetilkirina Nagîhan Akarsel de axivî û diyar kir ku salek derbas bû lê heta niha derbarê kujer de tu agahî nehatiye bidestxistin û got: "Jinan xwedî li xeyala Nagîhan derketin û pirtûkxaneya jinan vekirin. Em ê jî peywîra xwe ya pêşxistina pirtûkxaneyê pêk bînin." BI DÎMEN    *Parlamentera Partiya Çep a Kesk Meral Daniş Beştaş komploya 9’ê cotmehê ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxan dû got Îmrali yek ji navenda şer a Rojhilata Navîn e û bi komploya li dijî Abdullah Ocalan xwestine şer bikin yek rêbaz. BI DÎMEN    *Sedema gotinên zayendperest ên di civakê de evqas normal tê dîtin çapemenî ye. Bername, rêzefîlm, fîlm û reklamên derdikevin pêş, pergala dijminê jinê derdixe holê. Ji duh heta îro, zayendperestî di çapemeniyê de raste rast bandorê li civakê dike. Em temaşe dikin diaxivin û pêk tînin. MEDYA KRÎTÎK   *Welatiyan diyar kirin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, biryara hilweşandina xaniyên dora Parka Anzele girtiye. Welatiyan bertek nîşanî rewşê dan û diyar kirin ku wê li dijî vê li berxwe bidin. BI DÎMEN