Kampanya ‘mafê hêviyê’ ya RjAK’ê da destpêkirin mezin dibe 2023-09-30 19:51:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Başûrê Kurdistanê di çarçoveya kampanyaya RJAK’ê de ji Rêberê PKK’ê Kurd Abdullah Ocalan re name şandin.   Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) di 11’ê Nîsanê de bi şîara ”Ji Rêber Ocalan re mafê hêviyê” kampanyayek name şandinê ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) dabû destpêkirin. RJAK’ê bi taybet ji bo jinên li Başûrê Kurdistanê bang li hemû jinan kiribû ku tevlî kampanyayê bibin û dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bêdeng nemînin. Li ser banga RJAK’ê jinên li Iraq û Başûrê Kurdistanê, bi sedan name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin û hest û hêviyên xwe ji bo Abdullah Ocalan anîn ziman.   Di nameya jina bi navê Bêgerd Azadî ya ji Başûrê Kurdistanê de wiha tê gotin: “Ez weke dayikek gelek spasiya we dikim. Ji ber ku hûn yekem kes bûn ku baweriya xwe bi hêza jinê anî û ji bo azadiya jinê şoreşê kir. Tecrîd çiqas girantir be, divê têkoşîn ewqas xurtir bibe. Bê guman wê tecrîd bê şikandin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Ez wek dayikek divê diyar bikim ku wê têkoşîna me ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û Kurdistanê bidome.”