Mirovên şemiyê hatin berdan 2023-09-30 19:45:50   STENBOL - Di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê de, 26 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin hatin berdan.   Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan xwestin vê hefteyê jî çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixin. Lê belê polîsan nehişt û ew kelemçe kirin û binçav kirin. 26 kesên hatin binçavkirin hatin berdan.   Navê kesên hatin binçavkirin wiha ye: Eren Keskin, Hanife Yildiz, Oya Ersoy, Îkbal Eren, Îrfan Bilgin, Mikail Kirbayir, Besna Tosun, Hasan Karakoç, Alî Ocak, Newroz Alî Tosun, Leman Yurtsever, Nazim Dikbaş, Cuneyt Yilmaz,Îsmaîl Yucel, Şukran Diler, Turkan Acar, Omer Kavran, Hatice Onaran, Seyit Dogan, Begali Kurnaz, Davut Arslan, Husseyin Aygul, Dogan Ozkan, Gulendam Ozdemir, Cem Guncuû Zehra Demîr.