Li Rihayê jinek hat qetilkirin 2023-09-29 22:14:55   RIHA – Li navçeya Halîliye ya Rihayê jina bi navê Hatîce Abdullah ji aliyê mêrê bi navê M.C ve hat qetilkirin.   Li navçeya Halîliye ya Rihayê li taxa Bamyasuyu li ber navenda dan û standê ya Novada Park jina bi navê Hatîce Abdullah ji aliyê mêrê bi navê M.C ku bi mehra olî pê re zewicandî bû hat qetiklirin. Ekîbên tenduristiyê  Hatîce rakirin nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Mehmet Akîf Înan. Hatîceyê li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.   Piştî bûyerê M.C hat binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hat girtin.