Li Belucîstanê gel li kolanan e: 10 zarok birîndar bûn 2023-09-29 21:18:05   WAN- Li Belucîstanê gel beriya ‘Îna bixwîn’ biryara grevêya du rojan girt û daketin kolanan dirûşmeyên ‘ji dîktator re mirin’ berz kirin.   Li eyaleta Belucîstan a Îranê ji bo kesên sala borî di êrîşên li hemberî çalakiya ‘jin jiyan azadî’ yên 30’ê îlonê de  jiyana xwe ji dest dan, bibîr bînin biryara greve ya du rojan girtin. Gel li Belucîstanê saetên êvarê de daketin kolanan. Gel li bajarên cuda daketin kolanan û  li dijî êrîşên polîsan barikat danîn.   Polîs êrîşê çalakiyan kir û di encama êrîşan de herî kêm 10 zarok birîndar bûn. Dîsa sê kesî jî di êrîşên polîsan de jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.   Gelek kes jî hatin binçavkirin û nasnameya 11 kesên hatine binçavkirin wihane: “Amin Shah Bakhsh, İsmail Brahui, İdris Gomshadzehi, Ghafoor Girgij, Hareth Beluci, Ali Lajei, Yaser Zafar Naroi,  Rahmatullah Kebdani, Ahmed Mirbalochzehi, İbrahim Kebdani, Muhammed Alizahi.”