DBP’ê dest bi perwerdehiya zimanê Kurdî kir 2023-09-28 18:43:39   WAN – Arsîsê  der barê perwerde û zimanê Kurdî de daxuyanî da û bi lêv kir ku DBP’ê dest bi perwerdehiya zimanê Kurdî kiriye û bang li hemû sazî û partiyên dinhat kirin ku ji bo parastina zimanê Kurdî gav bê avêtin.   Komeleya Lêkolînê ya Ziman Çand û Hûnerê (Arsîsa) ya Wanê, der barê destpêkirina waneyên xwe û zimanê Kurdî de li avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da. Rêvebirên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêvebiriyên komeleyê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.      ‘Em dest bi perwerdehiyê dikin’   Hevserokê DBP’ê yê Tûşbayê Delîl Aksoy axivî û got kêmasiyek mezine ku di qadên jiyanê de bi zimanê kurdî naaxivin. Delîl, got ji ber zimanê Kurdî baş nizanin ew xwe rexnedayîna xwe dan û bi lêv kir ku wek DBP dest bi hînbûna perwerdehiya zimanê Kurdî kirine. Delîl, wiha pê de çû: “Me biryar da ku ji bo zimanê zikmakî fêr bibin me û ji bo vê yekê gava xwe ya yekem bavêjin dest bi perwerdehiyê dikin. Ji ber vê yekê em bang hemû saziyên dinê dikin ku bila ew jî werin perwerdehiya kurdî bigirin. Di heman demê de bila hemû kes di malên xwe de bi zimanê kurdî bi axive. Kurdî laşê mirovan e. Ger ku kurdî nebe em jî nînin. Bila hemû helavên me bên perwerdehiya zimanê kurdî bibînin. Wek DBP em ê dest bi fêrê zimanê kurdî bibin.”    ‘Dem dema raperînê ye’   Herî dawî hindekarê Arsîsayê nivîskar Heval Dilbahar axivî. Heval jî di axaftana xwe de ev tiştve got: “Em dibêjin derengê be jî girtina biryareke hînbûn, parastin û pêşxistina zimanê kurdî gavek gelek baş û girînge. Bi rastî jî ziman hebûna neteweyekî ye. Ziman laşê neteweyekî ye. Ziman nebe ew netewe nikare çanda xwe û nirxê xwe yê kurdewar pêk bîne. Ji ber vê yekê pêşxistinia zimnê kurdî pêşxistina hemû nirxên kurd e. Ji ber vê yekê em bang hemû saziyên kurd dikin ku  parastin û pêşxistina zimanê kurdî bikin rojeva xwe ya bingehîn. Divê li Kurdistanê raperîna zimnê kurdî pêk bê. Em bi vê boneyê bang li hemû partiyên siyasî, sazî, dezgeh dikin ku pêşxistina zimanê kurdî weke têkoşîneke bingehîn bixin rojeva xwe. Ji bo zimanê kurdî çi di qada hişmendî de û çi di qada rêxistinbûyînê de û çi di qadên dinê de kar û xebatên şênber bikin. Divê hemû civîn, mitîng û xebatên nava gel de zimanê kurdî biaxivin. Bi taybetî jî li Kurdistanê divê raperîneke ziman zimanê kurdî bê destpêkirin. Em bang Gelê Kurd dikin ku ey gelê me zimanê me şîrê dayîka me ye. Dayîka me bi xwe ye. Zimanê me nasname, rûmet û hebûna me ye. Em zimanê xwe xwedî derbikevin. Xwedî derketin jî bi hînbûn, nivîsandin, xwendin, axaftin, pêşxistina zimanê kurdî pêk tê. Ji ber vê jî em dibêjin dem dema raperîna zimanê kurdî ye. Dem dema têkoşîna zimanê kurdî ye. Em dibêjin bê ziman jiyan nabe.”    Daxuyanî bi dirûşmeya “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.