TJA'yê li Mêrdînê starta kampanyaya xwe da 2023-09-28 15:46:03       MÊRDÎN -TJA'yê di daxuyaniya li Mêrdînê ya têkildarî kampanyaya xwe ya bi dirûşma "Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" da, banga xurtkirina têkoşînê kir û bal kişand ser tecrîd, polîtîkayên şerê taybet û qetilkirina jinan.   Tevgera Jinên Azad (TJA), kampanyaya xwe ya ku bi dirûma “Bi Jin Jîyan Azadî’yê ber bi Azadiyê ve!” dest pê kir li Mêrdînê jî starta wê da. Aktîvîstên TJA'yê bi daxuyaniyekê li ber avahiya HDP'ê ya Mêrdînê pankarta "Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" vekirin. Tevî aktîvîstên TJA'yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûner û rêveberên partiyên siyasî, Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.   Aktîvîsta TJA'yê Jiyan Akan metna daxuyaniyê xwend.   'Em soza ku em ê şoreşê mezin bikin didin'   Jiyan diyar kir ku ew di sedsaleke ku tê de têkoşîna jinan mezin bûye, li hemû cîhanê belav bûye, rengê binefşî veguherandiye serhildana "Jin jiyan azadî" dijîn. Jiyan di vê çarçoveyê de destnîşan kir ku ew bi dirûşma "Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" di pêvajoyeke nû didin destpêkirin û got, "Di 100'emîn salvegera Lozanê de ku yek ji sûcên herî mezin ên serdestiya mêr e. zîhniyeta li van xakan ber bi dawîbûnê ve diçe, em jin di bin dagirkerî, talan, destavêtin, şîdetê de ne, Em ji roja berê xurtir dest bi kampanyaya gotina xwe ya li dijî qirkirinê dikin! Sedsala 21’ê berpirsyariya serkeftina têkoşîna azadiya jinê daye me. Îro Rojhilat ev berpirsyarî girtiye ser milên xwe û li dijî yek ji zîhniyeta herî zalim û mêtinger a li Rojhilata Navîn têkoşîna efsanewî didomîne. Ev têkoşîn bi dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' li hemû cîhanê belav dibe. Bi ruhê vê şoreşê ku me şahidî kir û bi baweriya me ya bi têkoşîna jinê re em soz didin ku em ê vê şoreşê berfireh bikin û têkoşîna azadiyê ya jinên cîhanê silav bikin."   'Bikaranîna çekên kimyewî nayê qebûlkirin'   Jiyanê, diyar kir ku şerên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û gelek deverên cîhanê dibin sedema sûcên li dijî rûmeta mirovahiyê yên weke îstîsmar, desteserkirin, koçberiya bi darê zorê, xizanî û dagirkeriyê û got, "Bi taybetî li Rojava û Başûrê Kurdistanê, Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî têkoşîna jinan nayê qebûlkirin. Em di çarçoveya kampanyaya xwe ya ku berxwedana li dijî şer û nirxê azadiyê yê vê berxwedanê tê de ye, bi dengekî bilind radigihînin; Beriya her tiştî divê sazî û rêxistinên navneteweyî, hemû derdorên demokratîk û raya giştî ya cîhanê li dijî vî şerî û dagirkeriyê bisekinin; Pêwîste destekê bidin têkoşîna azadiyê."   'Li Mêrdînê jin hedef tên girtin'   Jiyan, anî ziman ku heman şerê ku çavkaniya dijminantiyê ye, herî zêde li dijî bedena jinên Kurd tê meşandin û got, “Îro li Mêrdînê bi polîtîkayên şerê taybet jin dibin hedef. Li hemberî gelê Kurd, bi taybetî jî li ser jinên ku kaş dikin nav tora fuhûş û tiryakê tê meşandin. Mînaka dawî ya van polîtîkayên dijmin di hefteyên dawî de li Mêrdînê derket holê. 3 kesên ku yek ji wan cerdevan bû û bi îdaya tecawiza sîstematîk li jinekê kirine hatin binçavkirin, serbest hatin berdan. Dadgehên dagirker û mêtîngeran tacîz, tecawiz, destavêtin li jinan tên kirinsûc nabînin û sûcdaran bi 'cezayên' kêm teşwîq dikin ku van sûcan bikin."   'Birêz Ocalan ji bo gelan û jinan îradeya çareseriyê ye'   Jiyanê diyar kir ku polîtîkayên qirkirinê ji tecrîda li ser Abdullah Ocalan serbixwe nîne û li tevahiya civakê belav dibe û got, “Birêz Ocalan îradeya çareseriyê ya gelan û jinan e û ev rastî wê tu carî neguhere. Yek hevokek jî ku birêz Öcalan dibêje ji bo misogerkirina aştiya Rojhilata Navîn pir girîng e. Ne hedê kesî ye ku hêviya gel a aştî û jiyana hevpar tecrîd bike. Heta ku tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe wê têkoşîna me bidome."   'Werin em bi hev re vê têkoşînê xurt bikin'   Jiyanê da zanîn ku ew li dijî polîtîkayên li Kurdistanê li dijî xweza, ked, jin, zarok, ziman û gelên li Kurdistanê tên meşandin radiwestin û got, “Em jin dizanin ku têkoşîna jinê wê tu zilmê nas neke û li hemberî faşîzmê serî netewîne. Ev kampanya ku me weke TJA bi hêza ku ji vê biryardariyê digire dest pê kir; Wê bibe sedem ku têkoşîna bêdawî ya azadiya jinê û şiyarbûna jinê hîn xurtir bibe. Em bang hemû jinên cîhanê dikin û dibêjin; werin em bi hev re vê têkoşînê xurt bikin"   'Ev kampanya ji bo Birêz Oclana silav e'   Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Berîtan Guneş jî got, "Ev kampanya azadiya Birêz Abdullah Ocalan armanc dike û rêxistinên jinan bi hêz dike. Ji vir em jinên Rojhilat û berxwedana wan silav dikin. Kampanyaya me çi armanc dike? Kampanyaya me ji tecrîda li girtîgehan re dibêje 'na'. Ji talana ekolojîk a li Kurdistanê re dibêje 'êdî bes e'. Ev kampanya ji qetlîamên li ser jinan re dibêje 'êdî bes e'. Ev kampanya silavkirina birêz Abdullah Öcalan e. Ev kampanya silavkirina girtîgehan e. Ev kampanya ji bo parêzvanên zimanê zikmakî silavek e.  Ev kampanya ji hemû jinên cîhanê re silavek e,"    Daxuyanî bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.