Kiryarê tundiyê ji aliyê CTP'ê ve tê parastin 2023-09-28 09:06:23     Rojda Aydin   WAN - Jina bi navê Pinar Taş a ku li Kibrisê dimîne, bi salan bi tundiya mêrê bi navê Ergun Sunmeş ku endamê CTP’ê ye  rû bi rû maye. Pinarê, diyar kir ku kiryar ji aliyê CTP’ê û darazê ve tê parastin. Pinarê, banga piştevaniyê li hemû saziyên jinan kir.    Li her deverê cihanê û qadên jiyanê  jin bi tundiya mêr û dewletê re rû bi rû dimînin. Ligel ku jin gelek caran dengê xwe digihînin raya giştî jî   kiryar tên parastin. Ji van jinan yek jî Pinar Taş e ku li Kibrisê dimîne ye. Pinar ku di sala 2005’an de bi mêrê bi navê Ergun Sunmez re zewiciye şûnde tundî lê hatiye kirin û li ser vê yekê di meha gulanê de jê cuda bûye. Pinara ku ligel jê cuda bûye jî bi tehdîdên mirinê yên kiryar re rû bi rû dimîne, herî dawî roja şemiyê bi tundiyê re rû bi rû maye. Kiryar ji ber ji Komîsyona Rêvebirî û Mirovî (ÎYK) ya Partiya Tirk a Komarî (CTP)  hatiye hilbijartin, tê parastin.    Pinarê li ser medyaya dîjîltal parvekirin kir û banga piştevaniyê kir.     Bi salan bi tundiyê re rû bi rû maye   Pinarê, anî ziman ku ew di sala 2005’an de bi mêrê bi navê Ergun Sunmez re zewiciye û got zewaca wê 17 salan bi zext û tundiyê derbas bûye. Pinarê,  wiha got: “Heta sala 2017-2018’an tundî li min kir û dema ez diçûm cem polîsan ew digirtin binçavan. Lê piştî ku 300 lîre ceza lê dibirîn carekedin berdidan. Dema ku dihat berdan careke din dihat tundiyek bi 300 lîre dikir. Di vir de qanûna li dijî tundiya li jinê kete meriyetê. Heta 2019’an jî tundî li min hat kirin. Di sala 2019’an de ez ji malê derketim û çûm stargehê. Ji aliyê rêvebirên CTP’ê ve li vê derê jî bi tundiyê re rû bi rû mam . Li ser vê yekê ez ji vir çûm Tirkiyeyê. Li wir jî bi heman zextan re rû bi rû mam û carekedin min şandin Kibrisê. Ji ber zext û tundiya dewam kir piştî salekê din ez dîsa hatim Tirkiyeyê û çûm Mûşê cem birayê xwe. Li vê derê jî bi zextan re rû bi rû mam û malbata min got ‘em ê zarokan bidin bavê wan.’ Lê min vê yekê qebûl nekir û carekedin neçar mam vegeriyam Kibrisê. Ji ber tundiyê li stargehê mam. Piştî mehek din min ji xwe re xaniyek girt û bi zarokên xwe re li wir bi cih bûn. Dema min  xanî girt min xwest ku cichek gelek dûr be da ku ev mêr min tacîz neke. Lê dîsa jî zext û tacîz wî  berdewam kir. Bi kuştinê min tehdît kir û tehdîda xwe dewam dikir. Kibris ji xwe cihek biçûk û hemû kes hevdû nas dike. Cihê ku niha ez lê dibînim navçeyek biçûk e.”   Tehdîta kuştinê   Pinarê, destnîşan kir ku ew di meha gulanê de ji kesê pê re zewiciye veqetiya ye û dom kir: “Li ser vê yekê parêzerê wî jî kefil bû ku dê carekedin tundiyê û zextan neke û biryara dûrxistinê hat rakirin. Demekê bêdeng ma, tu tiştî nekir. Lê belê dema dihat zarok dibirin cem xwe ji zarokan re digot ‘Ez ê dayîka we û hevalên wê bikûjim.’ Di heman demê de ez li vir di rêxistina jinan a CTP’ê de dixebitîm. Di heman demê de vî kesî ji zarokên min re gotiye ‘ez ê dayîka we û hevalên wê yên rêxistina jinê hemûyan bikûjim’ û bi van gotinan tehdît kiriye. Di heman demê de gotiye ‘ez ê bikûjim û wek qeza bidim nîşandan.’ Ev tehdît saleke berdewam dikin. Em saleke ji hev veqetiya ne.”   Ji polîs gotina ‘tiştek nabe, zêde mezin neke’   Pinarê, da zanîn ku kiryar roja şemiyê zarok girtine û bi lêv kir ku wê mala xwe bar kiriyecihekê din û hevalek wê jî hatiye alîkariya wê kiriye. Pinar, got roja yekşemê bavê zarokan ew anîne malê û wiha dom kir: “Dema zarok anîn xûya nedikir û min got dibe ku di erebeyê de be. Min deriyê malê nîvî vekir li benda zarokan mam da ku bikevin malê. Lê wî bi carekê re derî daf da û xwest bikeve hundir. Her wiha ji min re got ‘ez carekê din te bi lezbiyanan re nebînim’ û tehdît û heqaret kir. Vê gotinê ji rêxistina min a jinê re dibêje. Tehdîtên ku ji min re kir, ji hevala min re jî kir. Ji wê re got ‘ez te carekedin li cem zarok û hevjînê xwe nebînim’ û gelek gotinên mirinê kir. Hem li min da û hem jî min tehdît kir. Ev rewş li ber çavên zarokên min qewimî û gelek tirsiyan. Ew qêrîna zarokên min hîn di gûhê min de ye. Me bi zorê wî ji malê derxist û derî girt. Ji ber tundiyê milê min hemû mohr bû. Bi lez û bez me telefonî polîsan kir. Heta polîs hatin ew çû.  Polîs ji min re got ‘Zêde mezin nekin, çend şopên biçûk tenê xuya dikin.’ Min ji wan re got ‘Divê ez bihatama kuştinê?’ û li ser vê yekê gotin ‘Em tiştên xirabtir dibînin, gelemperî dev û pozê jinan hemû belav û di nav xwînê de ne.’ Piştre ez çûm nexweşxaneyê û min rapor girt. Piştre çûm qereqolê û gilî kir. Ew jî beriya min çûye qereqolê. Dema îfade digirtin polîs ji min re got, ‘. Niha em li çend cihan geriyane da ku em wî berdin.’ Ji xwe piştre wî berdan. Ez heta saet 2’yê şevê ji bo biryara dûrxistinê derbixim min hewl da, polîsan wî kesî dernexistin dadgehê û dîrek ji qereqolê berdan. Polsî jî biryara dûrxistinê neda. Divê tu serî li dozgeriyê bidî ger ku serlêdana te bê qebûlkirin wê demê biryara dûrxistinê tê dayîn.  Ev jî demê digire. Nedixwestin briyaa dûrxistinê bidin. Ji me re wek hincet qanûna 1996’an nîşandan gotin ‘ev biryar ji bo hevjînê berê ne derbasdare.’ Lê belê me jî xala 2011’an a Peymana Stenbolê vegot û me got ev biryar ji bo parastinê derbas dare. Girtina biryara parastinê ji bo me gelek zehmet bû. Me bi zorê girt. Lê vê kesê dernexistin dadgehê jî. Biryara 26’ê îlonê de hat derxistin heta 13’ê cotmehê derbasdar e.”   'CTP kiryar diparêze û tundiyê meşrû dike'   Pinarê, bi lêv kir ku ev kes li Kibrisê ji ber ku tê parastin li gor dilê xwe her tiştî dike. Pinarê, da zanîn ku ji ber CTP wî kesî diparêze tu tişt nayê kirin û li ser vê yekê li ser medyaya dîjîtal parvekirin kiriye û wiha axivî: “Min navê kesên ku wî diparêzin jî parve kirin. Li vê derê tu kesekê deng dernexist. Ez berê li rojnameya Kibrisê bi dildarî dixebitîm û min ji wan re got nûçeyê çêbikin. Lê belê çênekirin. Bi hinceta ku navê wekîlê wê partiyê tê de derbas dibe nûçe çênekirin. Ev kes ji aliyê CTP’ê ve tê parastin. Ev kesî çûye giliyê min ji Sekreterê Giştî yê CTP’ê Asim Akansoy re kiriye û gotiye, ‘zarok girtine û bi kesekê dinê re ye.’ Asim Akansoy jî ji vî kesî re behsa beralîbûna hevala min kiriye. Ji ber ku hevala min bi tenê ji bo paqijiyê hatibû mala min. Heta dema ku bavê zarokan hat tundî li min kir jî hevala min jê re got, ‘ez we nas nakim, hûn çima bi vî rengî li min mêze dikin’ û wî jî got ‘Asim Akansoy ji min re behsa te kiriye, tu lezbiyen î.’ Bi vî awayî hevala min jî hedef nîşan dane. Hemû rêvebirên partiyê ligel ku vê tundiyê zanin jî tu tişt nekirin. Beriya mehekê ji xwe ev kes ji lijneya rêvebiriyê re hat hilbijartin.”   Ji CTP’ê îstîfa kir   Pinar, di berdewamiyê de wiha got: “Ji ber ev partî vî kesî diparêze û tu tiştî nakin, min îstîfa kir û nameya xwe ji wan re şand. Lê belê îstîfaya min hîn nehatiye qebûlkirin. Ji ber ku ev kes di partiya ku ez li dijî tundiya jinê têdikoşim de ji lejneya rêvebiriyê re hatiye hilbijartin. Min ji wan re jî got li vê partiya ku kesê di rêveberiyê de cih digire tundiyê li min dike ez nikarim bixebitim. Lê belê rêxistina vê partiyê û rêvebiriya vê partiyê min sûcdar nîşandan. Di heman demê de ji ber ku min li ser medyaya civakî parve kirin kir hesap pirsîn û gotin ‘te çima tiştek wisa kir, îfşa kir. Bi 300 kesî re tu difikirî ku raya giştî ava bibe. Heta ku rêxistina jinê ya me ne li pişt te be, tu nikarî tu tiştekî bikî.’ Bi vî awayî min bi temamî tenê hîştin. Min bi tenê rastî nivîsî. Armanca min ew e ku li Tirkiyeyê raya giştî ava bikim. Ji ber ku li vê derê ez ne di ewlehiyê de me û divê ev kes bê girtin. Ez gelek xemgîn im ku rêxistina jinê ya vê partiyê bi hişmendiya mêrê tevdigerin. Di heman demê de vî kesî êrîşî serokê rêxistina jinê jî kir, lê ew bêdeng man. Tu tişt nekirin. Hemû kes vê yekê baş dizanin. Bi hinceta partiya wan zirarê nebîne tu tiştî nakin. Ez li Kibrisê bi tena serê xwe me.”   Banga piştevaniyê   Pinarê, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû saziyên jinan kir û wiha dawî li axaftina xe anî: “Ez naxwazim bên kuştinê. Bila hemû kes dengê min bibihîze. Li vê derê ev kes tê parastin. Kesên ku wî diparêzin û polîsên ku wî berdidin hevkarê vî sûcî ne. Li welat her tim jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin û tên parastin. Ez naxwazim tu xwîşkeke min bi tundiyê rû bi rû bimîne. Bila tu kiryarek neyê parastin. Ez dixwazim ku hemû kes vê tundiyê bibîne. Bila tu jinek bêdeng nemîne. Bila ev yek emsal be. Ger ku raya giştî ava bibe, wê demê bandorê li vir jî dê bike.”