Li Selma Irmak 4 sal û 2 meh ceza hat birîn 2023-09-27 13:48:47     AMED - Heyeta dadgehê di dirûşma biryarê ya li parlamentera HDP'ê ya berê Selma Irmak hatibû vekirin de 4 sal û 2 meh ceza li Selma Irmak birî.    Bi hinceta daxuyaniyeke di televizyonê de derbarê parlamentera HDP'ê ya berê Selma Irmak de sala 2015'an bi îddiaya "Heqareta li serokkomar","biçûkxistina hukumetê" doz hatibû birîn. Biryara rûniştinê ya li Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya 9'emîn a Amedê hat dîtin. Selma tevlî rûniştinê nebû. Parêzerê Selmayê Raci Bilici di rûniştinê de amade bû. Meqama îddiayê mutalaaya di celseya berê de nû kir.     Parêzer Racî Bilici da zanîn ew xisûsên di eleyh de yên di mutalaaya meqama îddiayê de qebûl nakin. Parêzer ji bo parastinê dem xwest. Parêzer Racî daxwaza berata Selma kir.    Heyetê diyar kir ku xisûseke ku lêkolîn bike nemaye û da zanîn rûniştin qediyaye. Heyeta dadgehê bi îddiaya "Biçûkxistina hukumetê" salek û sê meh ceza û bi îddiaya "Heqareta li serokkomar" jî 2 sal û 11 meh ceza da Selmayê. Dadgehê bi tevahî 4 sal û 2 meh ceza da Selmayê.