Ev 55 roj in cenaze nadin malbatê! 2023-09-27 13:35:55     MÊRDÎN - Cenazeyê Leyla Gulcu (Dicle Eylem) ya YJA STAR'î ya di bombekirina li Bagokê de jiyana xwe ji dest da cenazeyê wê ji aliya malbata wê ve hat teşhîskirin ev 55 roj in nayê dayin. Malbat ji raya giştî li hêviya hestiyariyê ye.    Li Çiyayê Bagokê yê li Mêrdînê di 4'ê Tebaxê de bi bombekirina tevî 3 hevalên xwe Leyla Gulcu (Dicle Eylem) ya YJA STAR'î jiyana xwe ji dest dabû. Malbat ji bo cenaze bigire di 17'ê Tebaxê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da û mînaka DNA'yê da. Tevî ji ser de hefte derbas bûn lê encama DNA'yê nehat eşkerekirin.    Di serlêdana duyem de malbat hîn bû ku mînaka xwînê hîn nû hatiye şandin   Malbatê li ser vê yekê di 7'ê Îlonê de dîsa çû Mêrdînê û serlêdan kir. Lê belê dema malbat ji nû de çû dozgeriyê hîn bû ku hîn nû mînaka DNA'yê hatiye şandin.    ATK:  hîn rapor nehatiye amadekirin   Xweşka Leylayê Gulistan Gulcu wiha got:"Em tenê dixwazin cenazeyê xwe bigirin. Em di vî warî de piştevaniya raya giştî dixwazin. Em her tim li ATK'ê digerin lê dibêjin hîn rapor nehatiye amadekirin."   Malbatê banga piştevaniyê kir   Malbata ev 55 roj in li berxwe dide cenazeyê xwe bigire banga piştevaniya raya giştî dike.