ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-27 09:00:00     *Salîha Aydenîz balkişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Pêşniyarek çareseriyê ya zelal a Birêz Ocalan ji bo hemû krîzên ku netewdewletan li Rojhilata Navîn afirandiye, heye. Ev pêşniyar şansek mezin e.” DÎMEN HEYE   *Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Bozan der barê kampanyaya bi dirûşma ‘Bi jin jiyan azadî re ber bi azadiyê ve’ hatiye destpêkirin axivî û diyar kir ku kampanyaya wê 6 mehan bidome li ser sê beşan wê pêş bikeve û got: “Divê em sedsala 21’ê bikin sedsala serkeftin û azadiya jinan. Ji ber vê jî ez bang li hemû jinên cîhanê, jinên Tirkiyeyê û jinên Mêrdînê dikim ku piştgiriyê bidin kampanyayê. Divê em xwedî li destkeftiyan derkevin. Em dest bidin hev û bi ser bikevin.” DÎMEN HEYE   *Xebat Gengeç a çû hevdîtina kurê xwe û pismamê xwe yên girtî doz lê hat vekirin û 6 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Xebatê da zanîn ku ji bo li zarokê xwe yê ji sedî 98 astengdar e binêre divê ceza bê kişandin û got: “Kurê min astengdar e, kes tune ye lê binêre. Ez nebim wê kî lê binêre.” DÎMEN HEYE   *Ji ser qetilkirina Ceylan Onkol a ku li Licê dema pez diçêrand bi topa havanê hat qetilkirin 14 sal derbas bûn. Li dû Ceylanê tenê ronahiya çavên wê û wêneyê wê yê 7 salî ma.    *Helbestvana kurd Jîla Huseynî ya di 15 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kir mîrateyeke giranbiha li dû xwe hişt. Jîlaya ji pirtûkxaneya bavê xwe feyzeke mezin girt di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da û li dû xwe di heman demê de êşeke mezin hişt. Wê bi helbestên xwe êş, evîn, têkoşîn û rastiya civaka kurd raxist pêş çavan.