Runiştina jinên femînîst hat taloqkirin 2023-09-26 18:08:42   STENBOL- Runiştina doza ku 35 jinên bi hinceta tevli Meşa Şevê ya Femînîst ya 8’ê Adarê bûne dihatin darizandin hat taloqkirin.,   Di 2020’an de li Stenbolê  Meşa Şevê ya Femînîst ya 8’ê Adarê pêk hatibû û li 35 jinî bi îdiaya ‘zirar dane malê cemawerî’, ‘ muxalefetê qanûna meş û civînan a hejmar 2911’an kirine’ doz hat vekirin û 8’emîn runiştina dozê 58’emîn Dadgeha Ceza Giran a Asliyeyê ya Stenbolê hat dîtin.  Kesên dihatin darizandin tevli runiştinê nebûn. Parêzer di runiştinê de amade bûn.   Runiştina dozê taloqî 1’ê Nîsana 2024’an hat kirin