Endama KJAR'ê Werîşe Mûradî ji aliyê hêzên Îranê ve hat revandin 2023-09-26 15:21:48     NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR’ê bi daxuyaniyek nivîskî eşkere kir ku endama wan Werîşe Muradî bi nasnav Ciwana Sine ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye revandin û di derbarê çarenûsa wê de ti agahî nine.   Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku roja 1’ê Tebaxa 2023’yan endama wan Werîşe Muradî bi nasnav Ciwana Sine li bajarê Sine ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye revandin û çarenûsa wê nediyare. KJAR’ê bang li raporterê NY’ê yê Îranê û saziyên navneteweyî kir ku ji bo zanîna çarenûsa Ciwana Sine karên pêwîst bikin.   Daxuyaniya KJAR’ê ya li ser revandina Ciwana Sine wiha ye;   “Ji raya giştî re, raporterê taybet ê Neteweyên Yekgirtî li karûbarên mafên mirovan li Îranê û rêxistinên navnetewî yên parêzvanê mafên mirovan;   Di dîroka 1’ê Tebaxa 2023’yan de endama rêxistina me, Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê ya bi navê Werîşe Muradî bi nasnav Ciwana Sine ku Li Rojhilatê Kurdistanê xebatên siyasî û rêxistinî yên jinan dimeşand, li herêmên derdora bajarê Sine ji aliyê hêzên Asayîşa Komara Îslamî ve hatiye revandin û birine ciheke nediyar.   Di wê dema borî de tevî hemû şopandinên berdewam a malbata hevala me Werîşe Muradî, derbarê çarenivîsa wê de çi agahî nehatine girtin. Vê mijarê fikarên malbata wê û rêxistina me, ya li ser rewşa Werîşe zêde kiriye.   Ji ber ku hêzên rêxistina sîxurî ya spahê pasdaran û wezareta İtilaetê hevala Ciwana Sine revandine, Komara Îslamî ya Îranê beramber jiyana wê endama me berpirsyare.   Li ser vê mijarê em daxwaz ji raya giştî, raporterê taybet ê Neteweyên Yekgirtî yê ji bo karûbarên mafên mirovan li Îranê û saziya navnetewî ya mafên mirovan dikin ku derbarê wenda kirina hevala me Ciwana Sine û senaryoyên saziyên ewlehiyê de bêdeng nemînin û karên ku pêwîstin bikin.”