DFG'ê ji bo kedkarê çaepmeniya azad daxuyanî da 2023-09-25 14:38:34     NAVENDA NÛÇEYAN - DFG’ê têkildarî kedkarê çapemeniya azad rojnamevan Seyît Evran ku ji ber nexwşiya dil jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek da û wiha got: “Seyît Evran jiyana xwe ji bo têkoşîna azadî ya gelê kurd da meşandin. Bîranîna wî wê di têkoşîna mezin a gelê kurd de bijî.”   Kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger-nivîskar Seyît Evran di 22’yê îlonê de li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da. Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî mirina Saît de daxuyaniyeke nivîskî weşand.    DFG’ê di daxuyaniya xwe ya bi serenavê “Bîranîna Seyît Evran Wê Di Têkoşîna Çapemeniya Azad De Bijî” weşand de wiha got: “Me bi xemgîniyeke mezin nûçeya şehadeta rêhevalê xwe yê rojnameger, xebatkarê Çapemeniya Azad Seyît Evran ê ku di 22’ê îlonê de ji ber nexweşiya dil koça dawî kiriye, wergirt.   Bûyerên li Kurdistanê diqewimîn tomar dikir   Seyît Evran jiyana xwe ji bo têkoşîna azadî ya gelê Kurd da meşandin. Bi pênûs û kameraya xwe tiştên ku li seranserê Kurdistanê diqewimîn tomar kir. Seyît Evran ê ku tevî hemû zehmetiyan qadên şer terk nekir, di salên 1990'î de meşa pîroz a ku bi Gurbetellî Ersozan re dabû destpêkirin li Bakur, Başur, Rojhilat û herî dawî li Rojava berdewam kir. Di xeta Çapemeniya Azad de şer, jiyana gelên Kurdistanê, rastiyên têkoşîn û berxwedanê ji raya giştî ya cîhanê re ragihand.   Bîranîna wî dê di têkoşîna Gelê kurd de bijî   Seyît Evran di vê têkoşîna pîroz de ku bi hêz, heyecan û baweriya xwe meşiya, tevlî karwanê şehîdên Çapemeniya Azad bû. Bîranîn û mîrateya wî wê di têkoşîna mezin a gelê Kurd de bijî.”