Ji Piştevaniya Mor li dijî tûndiyê banga têkoşînê 2023-09-24 20:27:40   ÎZMÎR- Endamên Piştevaniya Bor li dijî tûndî û binpêkirina kedê daxuyaniyek  dan û di daxuyaniyê de diyar kirin ku wê li dijî êrîşan bi rêxistinê bersivê bidin.   Piştevaniya Mor a Îzmîrê li dijî tûndiya li ser jinê û binpêkirina Kedê li ber Îskele ya Konakê daxuyanî dan.   Endama Piştevaniya Mor Dîdar Gul di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku li dijî hemû polîtîkayên dijminê jinê yên AKP-MHP-HUDAPAR û Yenîden Refahê jin ne tenê ne û got: “Bi salane li dijî maf û jiyana me êrîş hene. Em her tim li dijî êrîşan têkoşiyan. Niha krîza aborî bandorek mezin li ser jiyanê dike. karkerên berxwe didin her tim li pêş xwe dewletê dibînin û tên girtin binçavkirin û îşkencê dibînin.”    Dîdarê da zanîn ku piştî peyamana Stenbolê niha jî êrîşê qanûna 6284 dikin û li dijî êrîşan banga li jinên Îzmîrê kir ku bin bana Piştevaniya Mor de xwe rêxistin bikin.