Gumanbarê îşkence li jinekê û sê zarokan kiribû hat berdan! 2023-09-24 17:49:15     ERZIROM - Li Palandokenê Turgut Y.,  derî li ser Bahar Y û sê zarokî girt û îşkence lê kir. Gumanbarê ku hatibû binçavkirin, piştî îfadeyê hat berdan.   Li navçeya Palandoken a Erziromê li taxa Huseyîn Avnî Ulaş, mêrê bi navê Turgut Y., jina pê re zewicanî Bahar Y û sê zarokên xwe derî li ser girt û îşkence lê kir. Piştî ku cîranan agahî da polîs, ekîbên îtfaye û ambulansê hatin cihê bûyerê. Ekîb ji paceyê ketin hundir û Bahar Y û zarok xilas kirin.   Gumanbar hat berdan   Gumanbarê ku bi îşkence li jin û zarokan kiribû piştî îfadeyê sewqî dadgehê hat kirin û ji aliyê dadgehê ve hat berdan.