Li dijî tecrîdê meş hat lidarxistin 2023-09-24 14:23:35     NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkên herêma Firatê bi rengekî girseyî li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan.   Nêzî 3 sal in bi tu awayî agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin ku ev yek li nava gelê Kurd û gelên herêmê cihê fikaran e.   Şêniyên herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li Kobanê li hev civiyan. Girseya gel ji Qada Jina Azad heta Dibistana Şehîd Seydo meşiya. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê hatin hilgirtin û bê navber dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.   Piştî meşê, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û piştre Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê Hîlal Elî daxuyanî da. Hîlal Elî destnîşan kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ew ê têbikoşin.   Di daxuyaniyê de işaret bi fikarên li ser rewşa tenduristiyê ya Rêberê PKK'ê hate kirin û hate gotin, "Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."   Çalakî bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.