Kovara Jinê kampanya TJA'yê girt berga xwe 2023-09-24 11:01:51     STENBOL - Kovara Jin kampanyaya ku TJA'yê bi dirûşma "Bi jin jiyan azadiyê, ber bi azadiyê" dabû destpêkirin gîrt berga xwe.   Hejmara 30'emîn a Kovara Jinê ku her hefte tê weşandin, vê hefteyê jî li pêşberî xwendevanên xwe ye. Di hejmara vê hefteyê ya kovarê de kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Bi Jin, jiyan, azadiyê di berga kovarê de cih digire.   Sernavên di hejmara nû de wiha ne:   * TJA bi "Jin, Jiyan, Azadi" sedsala jinan organîze dike / Hevpeyvîn bi Aktîvîsta TJA'yê Eylem Saruca re / Dîren Yurtsever.   * Jinên ku bêhna çalakiyê ji wan tê / Oya Açan   * Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd: Tevgerên jinan ên li Împaratoriya Osmanî di çarçoveya nasnameyên etnîkî de yekemîn rêxistina jinên Kurd e / Hîvran Tîmûr