Ji bo zarokekî li kreşa girtîgehê dimîne girtek 2023-09-24 09:02:28     Şehrîban Aslan   AMED - Parêzer Ozum Vurgun di 25'ê Gulanê de ji Girtîgeha Jinan a Amedê tahliye bû û derbarê zarokên bi dayikên xwe re di girtîgehê dimînin de wiha got: "Zarokekî di kreşe de mîztî bû, bifikirin gardiyanan ji bo zarokê girtek girt. Di girtekê de ji zarok pirsîn ‘Te çima mîzt?'."   Ji dawiya 2020’an şûnde hejmara zarokên navbera 0-6 yên bi dayikên xwe re li girtîgehan diman ji 800’î zêdetir bû. Di adara 2021’ê de li gorî daneyên fermî ev 345 bû. Di 2022’yan de jî 2 hezar ligel dayikên xwe li girtîgehan bûne. Parêzer Ozum Vurgun ku di operaysona li hember parêzer, siyasetmedar û rojnamegeran de hat girtin çavdêriyên xwe parve kir.   Ozum ku di 25’ê Gulanê de ji Girtîgeha Jinan a Amedê tahliye bû, çavdêriyên xwe yên der barê dayikên siyasî û edlî yên bi zarokên xwe re li girtîgehan dimînin vegot û got navbera zarokan de siyasî û edlî nayê kirin. Ozumê wiha daxuyand: “Dema mirov li zarokên demek dirêje li wir mane dinêrin mirov dibînin ku çiqas fêrî wir bûne. Yanî em dikarin bêjin ku zarokên nû tên girtîgehê ji aliyê yên berê ve tên pêşwazî kirin. Mînak li koxuşa me Çiya hebû. Ji koxuşa din zarokek hat cem Çiya û got ‘Ez jî li vir im, ez jî heme’.”   ‘Rojê 4 caran li zarokan lêgerînê dikin’   Ozumê balkişand ser pêvajoya kreşa girtîgehê û wiha bi lêv kir: “Hinek xwarin û av dixistin çenteyê zarokan. Ji ber li kreşe av jî tê de tû tişt tûnebû. Zarok sibehê saet di 09.00’an de ji koxuşê dihatin girtin. Saet di 12.00’an de dianîn. Dema derdixistin her derê wan lêgerîn dikirin. Saet di 14.00’an de dîsa dibirin û car lêgerîn dikrin. Di 16.30’an de dianîn car lêgerîn dikirin. Yek ji mijara din jî zarok nav hev de dibêjin  dayika te çima hatiye girtin. Em bên asta mamostetiyê. Asta tamamostetiyê jî têr nake. Zarokan digot em tenê lîstikan dilîzin. Li kreşê her tiştî ew bixwe dikin.”   Ozumê diyar kir ku li kreşe perwerda lavaboyê jî nadin zarokan û wiha daxuyand: “Zarokek li gel me birin saetek şûnde anîn. Gotin divê hûn perwerda lavaboyê bidin zarok. Sê roj dan me û gotin divê hûn perwerda lavaboyê bidinê. Gotin ew vê nakin. Me ev fêr kir lê dîsa anîn. Gotin nikare pêlava xwe girê bide.”   ‘Ji bo zarok girtek’   Ozumê destnîşan kir ku rojekê dema ji koxuşê derdiket dayikek di koxuşa edlî de ji zarokan xwe re bi gotina ‘te dîsa ez rezîl kirim’ diqîriya û wiha anî ziman: “Piştre em hînbûn ku zarokê mîza xwe kiriye. Ji bo vê jî girtek hatiye girtin. Di girtekê de gotibûn ‘Te çima mîzt, te bi çi sedemê mîzt.' Dayikê jî gardiyana jî girtek îmze kiribû. Ji xwe pêlîstokan nadin koxuşan. Bi dehan carî me got lê nedan. Ji bo zarokan tû tiştek tûnebû.”