Mirovên şemiyê hatin berdan 2023-09-23 20:44:20   STENBOL- Di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê de, 28 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin hatin berdan.   Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan xwestin vê hefteyê jî çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixin. Lê belê polîsan nehişt û ew kelemçe kirin û binçav kirin. 28 kesên hatin binçavkirin hatin berdan.   Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal wiha gotin: "Tu qedexe nikarin pêşî li ber me bigirin ku em li Qada Galatasarayê ji bo aqûbeta windayên xwe kom bibin."   Navê kesên hatin binçavkirin wiha ye: "Eren Keskin, Hanife Yildiz Umit Efe, Alî Newroz Tosun, Alî Ocak, Begalî Kurnaz, Besna Tosun, Coşkun Usterci, Davut Arslan, Deniz Aytaç, Dogan Ozkan, Hasan Karakoç, Hatîce Korkmaz, Îkbal Eren, Îrfan Bîlgîn, Îsmaîl Yucel, Leman Yurtsever, Maside Ocak, Mîkaîl Kirbayir, Nazim Hîkmet Dîkbaş, Omer Kavran, Salîm Derelioglu, Taylan Bekin û Turker Demirci."