Roza Metîna pirtûka xwe ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ îmze kir 2023-09-23 18:03:53   AMED - Nivîskar û rojnameger Roza Metîna li Amedê pirtûka xwe ya bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ îmze kir. Rozayê diyar kir li dijî  hişmendiya baviksalarî û qalibên zayendî berxwe dide.   Pola Pirtûk a li Yenişehira Amedê de bi moderatoriya Salîha Ayata û tevlibûna rojnameger û nivîskar Roza Metîna roja îmze û gotubêjê li dar xist.  Roza pirtûka xwe ya ji 7 çîrokan pêk tê ya bi navê "-‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ îmze kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), PEN a Kurd û gelek çalakvan beşdarê îmze û gotûbêjê bûn.   ‘Kurd li hemberî zext û qedexekirinê bêtir dinivisînin’   Beriya îmzêkirinê Rêvebira Komeleya Çand, Huner û Wêje ya Jinan (KASED) Saliha Ayata axaftinek kir û diyar kir jin li Kurdistanê û cîhanê li ber xwe didin. Salîhayê anî ziman ku wêje jî wek her qadê ji bo jina qadeke berxwedanê ye û wiha axivî: “Di sedsala 21’êmîn de jî, ji bo zimanê Kurdî zext, qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê berdewam dikin. Lê belê Kurd li hemberî vê dinivîsînin, diaxivin û dijîn. Ev berxwedan gelek girîng e ji ber ku nivîskarî û nivîsandin tu carî nehatiye berdan. Roza Metîna jî ji van kesan yek e.”    Piştî Salihayê Roza Metîna der barê  naveroka pirtûka xwe  ya ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’  û wêjeyê de axivî.   ‘Jin li dijî pergala êrîşkar berxwe didin’   Rozayê diyar kir ku ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ bi heft çîrokan ve hatiye nivîsandin. Rozayê daxuyand ku beriya çirokan, helbest nivîsandiye  û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez sê sala li zarokîstanê xebitîm û li wê derê pêdiviya çîroka hebû û min ji bo zarokan çîroka ‘sê goşe û çar goşe’ nivîsand. Ev li ser esasên pêdiviya hat nivîsandin. Min 'Sêgoşe û Çargoşe' ji bo zarokan nivîsand. Bandora çîrokan li ser ziman û wêjeyê de gelek girîng e. Çîrok ji ber vê yekê ji bo  min girîng e. Di nav çirokên min de jiyan û zarokatiya min heye. Ez li gund mezin bûm û bandora jiyana gund li ser min de gelek hebû. Her wiha gulî jî di jiyana kürden de bi taybetî ji bo jinên kurd xwedîcih û xwedîsembolêkî taybet digire. Guliyên diya min jî bandor li ser min kirin. Ji ber vê yekê di nav vê çîrokê de zarokatiya min jî heye. Herwiha di çîroka min de  lêheng jinin. Di nava doza têkoşîna gelê Kurd de jinan wek dayîka Taybet, Sêvê û Cemîleyê berdelek daye. Bi rastî jin li dijî vê pergala ku her tim êrîşê nasnameya gelê Kurd dike berxwe dane.”   Berxwedana li dijî qadên zayendî   Rozayê bi lêv kir ku  jinên Kurd pêşengiya wêjeyê,hunerê û  têkoşîna civakê kiriyê û da zanîn ku wê jî pirtûka xwe ye ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ de li dijî qalibên zayendperest li ber xwe daye û ev tişt anî ziman: “Zarokên kurd bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê jî nivîsandina roman û çîrok gelek girîng e. Her wiha ev ked û têkoşîna ku di qada hunerê de tê dayîn gelek girîng e. Ji ber vê yekê ez gelek şênazim ku ji Wêjeya Kurdî re xizmetê dikim. Xwedî derketandina li berhêmên kurdî gelekî baş û pîroz e. Em hêvî dikin ku xesasiyeta xwedîderketina berhemên Kurdî zêdetir bibe.”   Piştî gotûbêj û pirsên beşdaran Roza Metîna pirtûka xwe  ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ îmze kir