Xizmên Windayan li aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn 2023-09-23 14:20:36       AMED - Xizmên Windayan vê heftê li Amedê li aqûbeta Îbrahîm Gumdem pirsîn.    Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 763’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan û pankarta wêne li ser bûn li erdê hat raxistin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Îbrahîm Gundem hat pirsîn.    Di çalakiyê de Cigirê Serokê HDP'ê ya Amedê Suzan Mehmetoglu Aksoy axivî û bal kişand ser salvegera qetilkirina Jîna Emînî. Piştre jî ji bo ragihandina li aqûbeta Îbrahîm Gundem endama Komîsyona Xizmên Windayan a ÎHD'ê parêzer Berfîn Elçî mafê axaftinê girt.    Berfîn diyar kir ku di 25'ê Îlona sala 1991'an de li gundê Sarierîk a Hezroya Amedê leşkeran bi ser mala Ahmet Gundem de girt û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şev saet 01.00'an de leşkeran bi ser malê de girt û Îbrahîm hat binçavkirin. Hat diyar kirin ku dê serê sibê bê berdan, Ahmet ji bo pirsa kurê xwe Îbrahîm bike çû qereqolê. Lê bersiva 'Ne di bin çavan de' girt. Li ser vê yekê Ahmet hewl da ku li aqûbeta kurê xwe hîn bibe. Serî li Serdozgeriya Komarê ya Hezroyê dide. Dozgerî Ahmet dişîne qereqolê. Vê carê bi Ahmet bi daxwaznameyekî bi fermî serî li qereqolê dide. Lê bersivê natin daxwaznameya Ahmet. Piştre serî li Walîtîya Amedê da. Qereqolê ji walitiyê re bersiva 'Ne li cem ye' girt.  Ahmet piştre Diçe Fermendariya Cendermeyê ya Bajêr, li vir jî bersiva 'Hûn dewletê sûcdar dikin û dewlet tiştê wisa nake' digire û tê tehdîtkirin.    Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.