DBP li dijî tecrîd û şer xebatên xwe mezin dike 2023-09-23 09:13:43     Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Hevberdevka DBP’a Marmarayê Dîlber Demîr, diyar kir ku PDK wek Tirkiyeyê Kurdên azad wek pirsgirêk dibîne û şer giran dike û got: “Xebatên me li dijî şer û tecrîdê wê berfireh bibin. Ji bo vê divê yekitiya neteweyî pêk bê, li her çar parçeyê Kurdistanê têkoşîna azadiya Kurd bê meşandin. Divê her kes li dijî şer û tecrîda li ser Abdullah Ocalan deng bilind bike.”   Li hemberî PDK’ê ku li başûrê Kurdistanê di amadekariya êrişê de ye, bertek didomin. Di 18’ê îlonê de li hember Avahiya Nûneriya KNK’ê ya Hewlêrê êrişa çekdarî pêk hat û nûnerê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbul hat qetilkirin. Musteşarê berê yê MÎT’ê û wezîrê karê derve Hakan Fîdan di 22-24’ê Tebaxê de çû serda Herêma Federal a Kurdistanê û piştî vê êrişan destpê kir. Ji bo ev êriş bên rawestîn, li Ewropa, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê gelek çalaki pêk hatin û bang li malbata Barzanî hat kirin ku ev êrîş bên rawestandin.   Hevberdevka DBP’ê ya Marmarayê Dîlber Demîr der barê êrîşên bi hevkariya PDK-Tirkiyeyê pêk tên û çalakiyên protestoyî de ji JINNEWS’ê re axivî.   ‘PDK û Tirkiye Kurdên azad wek pirsgirêk dibîne’   Dîlberê destnîşan kir ku dewleta tirk demek dirêj e bi PDK’ê re di hevkariyê de ye û li hember Rojhilata Navîn êrîşa pêk tîne. Dîlberê wiha domand: “Desthilatdarî hebûna xwe ji ser polîtîkayên şer didomîne. PDK pirsgirêkên civakî yên Başûrê Kurdistanê nabîne. Tenê berjewendiyên malbata Barzanî li ber çavan digirin.  Hem bi hêzên navneteweyî re hem bi Tirkiyeyê re di siyaseta şer de israr dike. PDK jî wek dewleta tirk, Kurdên azad wek pirsgirêk dibîne. Naxwaze Kurd azad bibin û qada wan teng bibe.”   Têkoşîn wê bi dostên Kurdan mezin bibe   Dîlberê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Polîtîkaya ku Kurdan bi Kurdan didin qirkirin bi destê desthilatdariyê tê kirin. Ev polîka 100 sal in didome. Lê di van polîtîkayan de bi ser neketin. Kurd bi salan e li dijî van polîtîkayan di têkoşînê de israr dikin. Ji ber vê jî hewl didin ji hundir ve li kurdan bixin. Ji Şêx Saîdan heta Seyît Rizayan ev polîtîka wisa hatiye. Kurd bi Kurdan dan qirkirin lê bi ser neketin. Ev têkoşîn wê bidome. Ev têkoşîn li dijî êrîşan wê bi dostên Kurdan mezin bibe.”   Bi hevkarî sûcê şer    Dîlberê balkişand ser serdana wezîrê karê derve Hakan Fîdan ya ji bo Herêma Federal a Kurdistanê kiriye û got piştî serdanê hêzên PDK’ê jî tê de nêzî 200 wesayît sewqê herêma Sîdêkan hatine kirin û bi piştgiriya PDK’ê riya bikaranîna çekên kîmyewî hatiye vekirin. Dîlberê ev tişt anî ziman: “PDK’ê dest danî ser maskeyên gazê yên li dijî çekên kîmyewî tên bikaranîn. Bi vê jî nîşan dide ku bi dewleta tirk re di nava hevkariyê de ye. Dewleta tirk ji ber di vî şerî de bi ser nakeve bi destê PDK’ê ji xwe re rê vedike.”   Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê banga têkoşînê   Dîlber her wiha got ku bi van êrîşan tecrîda li Îmraliyê ku her diçe giran dibe bi destê desthilatdariyê tê normalkirin û di vê mijarê de jî wiha got: “25 sal in Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ye. CPT ku divê pêşî li tecrîdê bigire, rewa dike. Divê li dijî tecrîdê û ji bo azadiya birêz Ocalan her kes bi hev re têbikoşe û dengê xwe bilind bikin. Ez li dijî tecrîda Îmraliyê banga têkoşîna hevpar dikim. Em ê li dijî tecrîd û şer xebatên xwe mezin bikin. Xebatên me wê di vê çarçoveyê de bin. Divê li çar parçeyê Kurdistanê têkoşîn bê mezinkirin.”