ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'YAN 2023-09-23 09:00:00     *Parêzera OHD’ê Ebru Demîrtepe diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin îro heta ser girtiyên edlî jî belav bûye û wiha got: “Em di vir de vê dibînin. Em îtirazî tecrîdê nekin wê tecrîd li ser me hemûyan pêk bê em ê bibin kirdeya tecrîdê. Em ê hemû bi tecrîdê re bên rû hev. Divê parêzvanên mafê mirovan, hemû saziyên cemawerî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.”  DÎMEN HEYE   * Hemşîre Mehtabê Çalişir, bal kişand ser nexweşiyên ku di demsala payîz û zivistanê de dertên holê û got: "Zivistanê em demek dirêj di cihên girtî de dimînin. Ji ber vê nexweşî zêdetir dibin. Divê em rêbazên parastinê bidin fêrkirin û hîjneya destan û tuwaletê baldar bin. Divê dezenfektan li her qadê hebin. Divê her tim dest bên şûştin." BI DÎMEN    *Gelê Dîkmeceyê ku bêyî agahiya wan erdê wan hat cemawerîkirin, dest bi têkoşîna hiqûqî kirin. Ji gundê Dîkmece jinan diyar kirin ku axa wan tê dagirkirin û li benda piştgiriyê ne. DÎMEN HEYE   *Jinan têkildarî 20'emîn salvegera damezrandina PYD'ê dan zanîn ew ê dev ji kar û xebatên xwe yên di bin banê partiya xwe de bernedin û gotin:"Heta ku em demokrasî û yekîtiyê li dinyayê bidin belavkirin em ê kar û xebatên xwe bikin û belav bikin. Ji bo em azadiya Rêberê xwe mîsoger bikin em ê xebatên xwe bikin. Em ê vê salê bikin sala têkoşîn û serkeftinê. " DÎMEN HEYE   *Pinar Şen Zengîn a ÎHD’yî derbarê doza gumanbarên Esra Y. ku li Şemzînanê destdirêjî lê hatibû kirin û întîxar kiribû de axivî û balkişand ser helwesta darazê ya li hember gumanbaran. Pinarê da zanîn ku pergalek dijhiqûqiyê heye û di pergalek ku hiqûqa tirk pêk nayê de dijîn. DÎMEN HEYE   *Hevberdevka DBP’a Marmarayê Dîlber Demîr, diyar kir ku PDK wek Tirkiyeyê Kurdên azad wek pirsgirêk dibîne û şer giran dike û got: “Xebatên me li dijî şer û tecrîdê wê berfireh bibin. Ji bo vê divê yekitiya neteweyî pêk bê, li her çar parçeyê Kurdistanê têkoşîna azadiya Kurd bê meşandin. Divê her kes li dijî şer û tecrîda li ser Abdullah Ocalan deng bilind bike.” DÎMEN HEYE