‘Em pişta xwe didin berxwedana jinên Kurd’ 2023-09-22 21:08:00   AMED - KASED’ê, bo minasebeta salvegera damezrandina xwe li baxçeyê Zarok Mayê konser li dar xist.   Komeleya Çand, Huner û Wêje ya Jinan (KASED) a bi dirûşmeya "Ji bo her kesê huner" di 5'ê îlona 2021'ê de hat damezrandin. KASED’ê, bi boneye salvegera damezrandina xwe, li Baxçeyê Zarok Mayê ya li semta Dîclekent a navçeya Peyasa Amedê de konser li dar xist.   Beriya destpêka konserê rêvebira Komeleya Çand, Huner û Wêje ya Jinan (KASED) Saliha Ayata axivî û anî ziman ku ew pişta xwe didin çand û hunerê. Salîhayê wiha berdewam kir: “Bi taybetî em pişta xwe  didin berxwedana jinen Kurd û ji bo çan û hûnera şoreşgerî têdikoşin.Em dixwazin hûn jî îro şunda tevlî kasedê bibin û li pey çand û hûnera xwe bibin.”   Hûnermend Şilan Dorayê jî axaftinek bi kurtasî kir û diyar kir ku tu roj tuneye ku li ser tûndiya li ser jinê nûçeya nebînin. Şîlanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê belê em dibêjin û dizanin ku jin  êdî jin xwedî nasneme ne. KASED jî ji bo maf û hebûna jinê xwedî derketinek e. Em dibêjin bila jin  bê hêner nemîne.”   Konser bi stran, govend û tililiyan bi dawî bû.