Ji bo Hulya Demîrer mewlud hat dayîn 2023-09-22 19:14:55   MÛŞ- Ji bo Hulya Demîrer ya HPG’î ku li Licê di endama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dabû mewlud hat dayîn.   Li Daraqol a Licê ya Amedê Hulya Demîrer (Axîn Muş) ya HPG’î ku di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Hoş geldin a Kopê mewlud hat dayîn.  Komeleya Çand û Yekitiya Piştevaniya Malbatên Kesên di Derguşa Şaristaniyan de Xizmên Xwe Windakirin (MEBYA-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, rêveberên DBP,HDP û Partiya Çep a Kesk û parlamenterên bajêr  tevli bûn.    Piştî mewlud hat xwendin rêz hat girtin û dirûşme hatin berzkirin. Mewlud bi dayîna xwarinê û duayan bidawî bû.