Wê Roza Metîna pirtûka xwe îmze bike 2023-09-22 09:13:29     AMED - Nivîskar û rojnameger Roza Metîna wê roja şemiyê li Amedê pirtûka xwe ya bi navê "Guliyên Ji Bêhna Şimamokan" îmze bike.    Wê sibehê di navbera saet 15.00 û 17.00'an de li Pola Pirtûk a li Yenişehira Amedê roja îmze û gotubêjê ya nivîskar û rojnameger Roza Metîna bê lidarxistin. Roza dê pirtûka xwe ya ji 7 çîrokan pêk tê ya bi navê "Guliyên Ji Bêhna Şimamokan" îmze bike. Wê Rozayê balê bikşîne ser çîrokên nivîsandiye, mijara ziman û wêjeyê. Her wiha dê moderatortiya bernameya îmze û gotubêjê ji aliyê Salîha Ayata ve bê kirin.