‘Tecrîd dê bi têkoşîna jinan têk biçe' 2023-09-22 09:12:35       ŞIRNEX - Hevseroka HDP’a Cizîrê Zîlan Ecevît bandora tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya li ser civakê nirxand û da zanîn tecrîd şerê taybet bixwe ye û wiha anî ziman: “Di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de tecrîd li ser hemû civakê pêk tê. Ji bo kurd bibin xwedî statu divê tecrîd ji holê bê rakirin."    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş 30 meh in bi tu awayî agahî nayê wergirtin. Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe bandorê li tevahiya civakê dike. Ligel domandina tecrîdê li Kurdistanê jî bi her awayî polîtîkayên taybet ên şer tê meşandin.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê Zîlan Ecevît, bandora tecrîdê ya li ser gelan, jin û ciwanan nirxand.   ‘Tecrîd polîtîka şer bixwe ye’   Zîlanê diyar kir ku tecrîd bixwe polîtîka şerê taybete û wiha daxuyand: “Li Kurdistanê bi taybet jî li Botanê polîtîkayên şer pir giran in.  Di qada civakî de ji ser jin, ciwan, zarok, xweza û baweriyê polîtîkayên şer giran dikin. Îro bi dehan jin li Tirkiye û Kurdistanê tên qetikirin. Tevî ku sedem pir aşkerane jî ji darazê encamên tên payîn nayên girtin. Li Botanê navbera ciwanan de bikaranîna hişbirê pir zêde bûye. Bi dehan ciwan li kolanan ji bo hişbirê tên qetikirin. Bi dehan ciwan ji ber hişbirê zirarê didin malbat û derdorê. Ev demek dirêje ev polîtîka tên jiyin.”   ‘Li her derê Kurdistanê polîtîka şerê taybet’   Zîlanê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li ser xwezayê jî talan mijara gotinê ye. Dar tên birîn. He roj bi kamyonan dar ji Cudî û Gabarê tên birîn û dişînin metropolên Tirkiyeyê. Îro li Kurdistanê li her derê polîtîka şerê taybet didome. Li her çar alî Kurdistanê polîtîka şerê taybet tê jiyîn. Ya herî giran li Tirkiyeyê tê jiyîn. Bi dehan ciwanên kurd tên girtin.”   Zîlanê balkişand ser tecrîdê û daxuyakirin ku bi tecrîdê hewl didin di serî de jinan û Gelê Kurd asîmîle bikin û nirxandina xwe wiha domand: “Ev şer sîstematîk e. Polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Li Cizîrê li Medreseya Sor dane Weqfa Hayrat. Medreseya Meleyê Cizîrê lê xwendiye dane Weqfa Hayrat. Serdana gel jî qedexe kirin. Bi vî awayî dixwazin civakê tûne bikin bihelînin. Di bin navê îslammiyetê de gel asîmîle dikin.”    ‘Divê tecrîd bê şikandin’   Zîlanê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê Botanê tu carê serî netewand. Wê netewîne jî. Gel li dijî pergala qirêj berxwe dide. Tecrîda di sexsê Abdullah Ocalan de li ser hemû civakê pêk tê. Tecrîd tenê li hember kesekî an jî qadekê pêk nayê. Li ser hemû civakê pêk tê. Botan bûye girtîgeha vekirî. Em hemû di bin tecrîdê de ne. Ne ne digirtîgehan de bin jî kolanên me hemû di bin tecrîdê de ne. Li her kolanê wesayîtên leşkeri digerin. Em civak bi giştî dibin tecrîdê de ne. Divê li dijî tecrîdê siyasetek xurt bê meşandin. Divê Kurd li dijî van polîtîkayan berxwe bidin. Statu bi şikandina tecrîdê pêkan e. Jin wê bi berxwedanê tecrîdê bişkînin.”