Nêrîna darazê: Li gorî nasnameya mexdûr û gumanbar alî digirin 2023-09-22 09:11:34     Dîlan Babat    ENQERE - Endama Koordînasyona Şaxa Zarokan a ÎHD’a Enqereyê Sevîm Koçak polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdsianê nirxand û da zanîn ku bedena jinê kirine alava ceza û got dema sûcek tê kirin dewlet ewil dinêre mexdûr kî ye gumanbar kî ye û wisa dibe alîgir.   Li Kurdistanê polîtîkayên şerê tayet her diçe giran dibe û didome. Ji 2015’an heta niha li herêmên Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet destdirêjî li dehan jinên ciwan û zarokî hatiye kirin. Tevî jinên mexdûr serî li darazê didin jî, gumanbar bi bêcezahiştinê tên parastin û bi dehan jin jî ji ber bêcezahiştina darazê an jî tehdîdên gumanbaran întîxar dikin û dawî li jiyana xwe tînin.   Mûsa Orhan ê destdirêjî li Îpek Er kir hat berdan   Li navçeya Beşîrî ya Êlihê çawîşê pispor Mûsa Orhan destdirêjî li jina ciwan Îpek Er a 18 salî  kir. Îpek Er di encama vê de di 16’ê Tîrmeha 2020’î de întîxar kir. Li nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê di 18’ê Tebaxa 2020’î de jiyana xwe ji det da. Di nameya ku Îpekê nivîsandibû de derket holê ku Mûsa Orhan destdirêjî lê kiriye û  piştre tehdîd kiriye. Mûsa Orhan di encama têkoşîna jinan de demekê hat girtin û piştre hat berdan.   Ji bo cerdevanan zirxa bêcezahiştinê   Li Qilaban a Şirnexê di 18’ê Tebaxê de Fîrdevs Babat ya 17 salî winda bû û cenazeyê wê di 20’ê Tebaxê de li Çemê Hezîl hat dîtin. Di encama lêpirsînê de bavê wê Ahmet Babat hat girtin. Hat diyarkirin ku destdirêjî li Fîrdevê hatiye kirin û gumanbar Ahmet Babat bi çeka birayê xwe yê cerdevan R. Babat  Fîrdevs qetil kiriye. Ligel vê hat îdiakirin ku R. Babat di meha Gulanê de destdirêjî li zarokek 16 salî kiriye.   Li Mêrdînê Yakup A., hevalên wî Çetîn T û Harun Y, destdirêjî li jina ciwan a 22 salî kiri nû kirin vîdeoyê. Suud O. yê dîmen temaşe kir jî destdirêjî li jina ciwan kir. Sê gumanbarên destdirêjiyê hewl dan xwe xilas bikin Cerdevan Yakup A îdia kir ku îftere lê tê kirin. Mêrên ji tecawizê dihatin darizandin hatin berdan.   Endama Komîsyona Mafê Zarokan a ÎHD’a Enqereyê, Sevînç Koçak der barê polîtîkayên şer yên li Kurdistanê de nirxandin kir.   ‘Bedena jinê wek alava ceza tê bikaranîn’   Sevînçê destnîşan kir ku polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê ne tiştekî nû ye û bi salan e bi polîtîkayên şerê taybet bi bêcezahiştinê tê rewakirin. Sevînçê ev tişt bi lêv kir: “Mixabin di encama van polîtîkayên şer de bi dehan kes hatin qetilkirin, zarok di bin wesayîtên zirxî de hatin qetilkirin, îstîsmar û destdirêjî hatin kirin. Em polîtÎkayên şer ji êrişa li ser Ekîn Wan dizanin. Bedena jinan a tazî bi erdê re hat kaşkirin. Em ji kûrahiyê vê hîs kirin. Li aliyê din jî bedena jinê dikin alava ceza. Li aliyê din jî ji bo jinan bitirsînin û şûnde gavê bidin avêtin bi kar tînin. Ev tişta li jina Kurd tê kirin mixabin ji aliyê rayagiştî ya rojava ve ev bi bêdengî tê pêşwazîkirin. Mixabin ev jî wek polîtîkayek çewisandinê tê bikaranîn.”   ‘Dewlet dinêre mexdûr kî ye gumanbar kî ye’   Sevînçê her wiha destnîşan kir ku peywirdarekî cemawerî di qada cemawerî ya dewletê de bixebite sûc bike jî ceza nagire û peyama ‘Dema hûn gumanbar bin ez xwedî li we derdikevim’ dide. Sevînçê di vê mijarê de jî ev tişt anî ziman: “Em ji vir vê fêm dikin. Dema ku gumanbar sûc dike, dewlet dinêre ku mexdûr kî ye, gumanbar kî ye û li gorî vê polîtîkaya xwe dike dewrê. Li ziman, çand nasnameya wan dinêre û gumanbaran bê ceza dihêlin. Ev tiştên tên kirin gumanbar xurt dike.”   Dewleta gumanbaran xurt dike   Sevînçê bi lêv kir ku gumanbarên tecawizê bi îdiayên wek ‘diçû çiyê, daxwaza wê hebû’ hewl didin xwe xilas bikin û wiha dirêjî dayê: “Ev gotin nîşan didin ku polîtîkayên dewletê çiqas pêk tên. Gumanbar mexdûran terorîze dikin û hewl didin gumanbariya xwe ji holê rakin. Ya pêşî li vê vedike jî pergala hiqûqê ye. Daraza mêr cesaretê dide gumanbaran. Ger ku pergaleke ku polîtîka bêcezahiştinê ji holê rakira hebûya wê ev wisa nebûya. Wê gumanbaran cesaret negirtiba. Lê dewlet gumanbaran xurt dike. Dozger û gumanbar hêza xwe ji çavkaniyên qanûnî digirin û wisa tevdigerin.”