Li dijî bêhiqûqiyê têkoşîna hevpar divê 2023-09-22 09:05:50     Zelal Tunç   WAN - Damezrînera VAKAD’ê ya bi KHK’ê hatibû girtin, femînist Zozan Ozgokçe diyar kir ku ya hedef tê girtin rêxistinbûna jinê ye û got: " Destkeftiyên jinan dikin bin kontrolê. Em banga têkoşîna hevpar li hemû jinan dikin. Divê li dijî van polîtîkayan têkoşîna rêxistinkirî bê mezinkirin."   Li welat di 2016’an de piştî hewldana darbeyê şûnde ji aliyê wezareta karê hundir ve OHAL hat îlankirin û gelek KHK hatibûn derxistin. Bi van KHK’yan bi dehan komeleyên jinan hatin girtin. Endama VAKAD’ê feminîst aktîvîst Zozan Ozgokçe derbarê pêvajoya girtina komeleyê de axivî.   Zozanê da zanîn ku piştî girtina komeleyan hemû îtîrazên wan bi îdiayên vala bê encam mane û da zanîn ku ya hedef tê girtin rêxistina jinan û destketiyên jinan e. Zozanê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dozên li min û hevalên min hatibûn vekirin kirin hinceta girtina komeleyê. Me ji van dozan berat kir. Dozên li jinên din hatibûn vekirin jî hincet nÎşandan. Lê ev jin ne endamên komeleyê bûn û piştî komele hat girtin ev doz hatin vekirin.”   ‘Doza çû îstînafê vegeriya’   Zozanê destnîşan kir ku piştî girtina komeleyê têkoşîna xwe meşandine û îtîrazê biryarê kirine lê doza çûye îstînafê vegeriyaye. Zozanê ev nirxandin kir: “ Dadgeha Îdarî ya Enqereyê jî îmze avêt heman dijhiqûqiyê. Me dîsa îtîraz kir. Em ê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME). Ji ber ev biryar êrişek li hember rêxistinbûna jinê ye. Heman êriş li hember Komeleya Jinan a Rosa û Komeleya Zarokan a Gundem jî hat kirin.”   ‘Qeyûman jin hedef girtin’   Zozanê balkişand ser hedefgirtina destkeftiyên jinan û ev tişt bi lêv kir: “Jinan ji bo mafên xwe her tim têkoşîn meşandine û gelek bedel dane. Lê serdestiya mêr her mafên jinan xesp kirin. Bi qeyûman re ev berdewam kir. Qeyûm parçeyek vê polîtîkayê bûn. Qeyûman jin hedef girtin. Peymana Stenbolê û Qanûna hejmar 6284 hedef hatin girtin. Peymana Stenbolê hat feshkirin.”   ‘Jin tên hepskirin’   Zozanê diyar kir ku qeyûman hemû destkeftiyên jinan yên di encama têkoşînê de hatine bidestxistin yek bi yek girtine û wiha anî ziman: “Stargeh, navendên jiyanê yên jinan hatin girtin. Ev der veguhertin navendên şêwirmendiya malbatê. Jinan hepsê malê dikin. Hemû biryara der barê jinan de didin mêran. Jiyana ku pergal hêjayî jinan dibîne ev e.”   Banga têkoşîna rêxistinkirî   Zozanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev pergal jina serî tewandî dixwaze.  Dibêje nefeqe tûneye. Ev pergal vê organize dike. Destkeftiyên jinan dikin bin kontrolê. Em banga têkoşîna hevpar li hemû jinan dikin. Divê li dijî van polîtîkayan têkoşîna rêxistinkirî bê mezinkirin.”