ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN 2023-09-22 09:00:00     *Damezrînera VAKAD’ê ya bi KHK’ê hatibû girtin, femînist Zozan Ozgokçe diyar kir ku ya hedef tê girtin rêxistinbûna jinê ye û got: " Destkeftiyên jinan dikin bin kontrolê. Em banga têkoşîna hevpar li hemû jinan dikin. Divê li dijî van polîtîkayan têkoşîna rêxistinkirî bê mezinkirin." BI DÎMEN    *Di hemû mînakên bexwedanê de aliyekî qestî hebûnê dike heye. Li dijî vê her tim seknek tê nîşandan. Ev sekna li dijî nebaşî û xerabiyê ye. Di vir de têgehên wek zilmê dertên pêşberî me. Ev venasîn jî teşeyê hebûnê vedibêjin. Desthilatdarî, serdestî, destdirêjî, şer, qirkirin û bi koçberkirinê hebû. Em dikarin bêjin modernîteya kapîtalîst xwe bi vê heyî dike. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *Endama Koordînasyona Şaxa Zarokan a ÎHD’a Enqereyê Sevîm Koçak polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdsianê nirxand û da zanîn ku bedena jinê kirine alava ceza û got dema sûcek tê kirin dewlet ewil dinêre mexdûr kî ye gumanbar kî ye û wisa dibe alîgir.   *Hevseroka HDP’a Cizîrê Zîlan Ecevît bandora tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya li ser civakê nirxand û da zanîn tecrîd şerê taybet bixwe ye û wiha anî ziman: “Di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de tecrîd li ser hemû civakê pêk tê. Ji bo kurd bibin xwedî statu divê tecrîd ji holê bê rakirin."  BI DÎMEN