Li Qamişlo çalakiya Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû 2023-09-21 21:28:36   NAVENDA NÛÇEYAN- Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrikê ya Qamişlo çalakiya "Jin Jiyan Azadî, ser bixe azadiya jinan" ku tê de dersên îdeolojî yên der barê fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ji bo pêşxistina asta zanabûnê ya jinan hatine dayîn, bi dawî kir.   Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrikê ya kantona Qamişlo di 17'ê Îlonê de çalakiyek bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî... ser bixe azadiya jinan" li gundê Zuhêriyê yê Dêrikê li dar xist.  Tê de dersên îdeolojî ji bo pêşxistina asta zanabûnê ya jinan hatin dayîn û endamên saziyên sivîl ên navçeyê beşdar bûn.   Piştî rêzesemînerên li ser mijarên cuda hatin dayîn çalakî bi semînerekê li ser jineolojiyê bi dawî bû.Di semînerê de endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Vejîn Rêzan li ser rola jinan di civakê de axivî.   Vejînê wiha  got: "Jin ji berê de û heta niha rastî êşkence û zordariyê ji hêla zinhineta baviksalariyê ve hatin û heta roja îro jî gelek astengî li pêş jinan hene. Lê jina li ser fikra Abdullah Ocalan dimeşe û xwe bi xwe bi ava dike û di civakê de xwedî hêz û vîn be, tu kes nikare vîna wê bişikîne. Cewhera jinan rastî, edalet, hest û hêz e.  Ji ber wê jî  Abdullah Ocalan jineolojî belav kir û jin teşwîq kir ku di civakê de bibin rêveber, xwedî hêz û vîn. Divê ji bo bidawîkirina zihniyeta baviksalariyê ev zanist li her derê bê nîqaşkirin da ku di nav civakê de bê rûniştandin. Fikra Abdullah Ocalan dê ji jinan re li gorî neteweya demokratîk bibe vîneke xurt û azad.”     Di dawiya çalakiyê de beşdaran der barê mijara azadiya jinan de, nêrînên xwe parve kirin.