Li Efrînê jinek hat qetilkirin 2023-09-21 16:42:23     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku li navçeya Mabeta ya kantona Efrînê ya dagirkirî jineke 40 salî hate qetilkirin.   Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye li ser rûpela xwe ya Facebookê diyar kir ku xelkê gundê Avrazê yê navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî 18'ê Îlonê de cenazeyê welatiyek Kurd bi dara hejîrê ve li nava zeviya zeytûnê ya li nêzî çatrêya gundê Gobekê hatiye daliqandin dîtiye.   Navê jina 40 salî, Heyat e, ji gundê Qeregolê yê navçeya Bilbilê ye û  li gundê Avrazê bi ximzekî xwe re zewiciye. Cenazeyê wê li goristana taxa Zêdiyê ya navenda Efrînê ji hêla xizmên wê ve hate veşartin.   Hêjayî gotinê ye ku piştî artêşa Tirk  û komên girêdayî  wê kantona Efrînê dagir kirin, sûcên qetilkirin, revandin, îşkencekirin û tecawzîkirinê zêde bûne.