Leşkeran bi ser gundê Zoravayê girt 2023-09-21 16:28:44     AMED - Leşkeran li gundê Zorava yê navçeya Sûra Amedê bi ser malan de girt. Leşkeran berê sîlehên xwe dan ser gundiyan û wan wek mertal dan pêşiya xwe.    Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), leşkeran serê sibehê bi ser malên gundê Zorava ya navçeya Sûra Amedê ve girt. Leşkeran bi wesayîtên zirxî dor li gund girtin û bi hinceta qedexeya derketina derve nehiştin kes ji malên xwe derkeve û ketin û derketina gund hatin qedexekirin.    Leşkeran li ser îxbara bênav a bi îdiaya “endamên rêxistinê hene” avêt ser mala Tacettîn Kardaş, Cahît Eren, Mursel Bahtiyar, Mehmet Bahtiyar û Hayrettin Kardaş. Leşkeran di serdegirtina malan de berê xwe dan ser welatiyan û wan wek mertal dan pêşiya xwe û hemû kelûpelên li malan belav kirin.    Emîne Eren jî behsa serdegirtina leşkeran kir û wiha got: “Mala me serûbin kirin.  Bi botên xwe yên leşkerî pê li merş û nivînên me kirin. Hemû herimandin. Ji ber ku xaliyên me herimandin, ji serê sibehê ve xaliyan dişom.”   Emîne  da zanîn ku leşkeran ewilî dîmenên odeyan girtine û paşê jî lawê wê ji xwe re kirine mertal û li odeyan lêgerîn pêk anîne. Emîne anî ziman ku ev bû 3 car leşker diavêjin ser mala wan û di destê wan de giran hebûn.    Emîne destnîşan kir ku ji ber ew kurd in viya tînin serê wan û got: “Dibêjin ‘ev kurd in em êrişî wan bikin’. Tiştek jî li mala me tune lê dixwazin eziyetê li me bikin. Em vê tişta ku tînin serê me qebûl nakin.”