Serdanên bajarên erdhejê di roja 4'an de didome 2023-09-21 15:42:44       HATAY - Serdanên Partiya Çep a Kesk ên li bajarên ji erdhejê bi bandorbûne di roja 4’emîn de li Hatayê didome. Parlamentera Edeneyê Tulay Hatîmogûllari derbarê serdanê de got: “Em ê li ser tiştên li herêma erdhejê qewimîn raporekê amade bikin. Em ê bi civakê re di nava piştevaniyê de bin.”   Serdanên Partiya Çep a Kesk ên li bajarên ji erdhejê bi bandorbûne di roja 4’emîn de li Hatayê didome. Şandeya Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, parlamenterên Partiya Çep a Kesk Tulay Hatîmogûllari û Mehmet Zekî Îrmez di nav de li bajêr hin serdan kirin.    Şandeyê ewilî serdana welatiyên li taxa Çekmece ya navçeya Defneyê di konan de dimînin kir. Welatiyên ku pirsgirêkên dijiyan bi şandeyê re parve kirin anîn ziman ku hatine mexdûr kirin. Jineke pîr anî ziman ku ji ber aşxaneyên piştî erdhejê xwarin belav dikirin piştî erdhejê hatin girtin zehmetiyê dikişinin ku xwarinê bibînin û heta ku nanekê jî dibînin zehmetiyê dikişinin û kes alîkariya wan nake. Welatiyan diyar kirin ku konteynir nedane kesên xaniyên wan nîv xesar gihiştiyê û di kirê de û ji ber vê yekê neçar hatine hiştin ku li konan bimînin. Welatiyan anî ziman ku ji ber mehên zivistanê yên nêzîk dibin nepêkan e ku li konan bimînin. Welatiyan bal kişandin ser pirsgrêka ewlehiyê û da zanîn ku li dijî bûyerên diziye tu bergirî nehatine wergirtin.    'Derbarê herêmê de raporek amade bikin'   Şandeyê pişt re li heman taxê serdana konteynirên weke Rêxistina HDP’ê û Partiya Çep a Kesk ên Bajêr tên bikaranîn kirin. Li qadê têkildarî xebatên 4 rojan daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ku di serdanên wan de li herêmên erdhejê di nava bajaran de cihekarî hatiye kirin. Tulay, qala pirsgirêkên perwerdehiyê yên li herêmên erdhejê diqewimin kir wiha got: “Bêparhiştina Hatayê ya ji xizmetên tenduristiyê û perwerdeyê, weke ku bi zorê gel bidin koçkirin tê şîrovekirin. Em hewldanên guhertina avaniya demografîk qebûl nakin. Weke ku duh têkoşiyan, em ê îro jî têbikoşin. Em ê li ser tiştên li herêma erdhejê qewimîn raporekê amade bikin. Em ê bi civakê re di nava piştevaniyê de bin.”   'Em ê mirovên xwe bi tenê nehêlin'   Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin jî aqûbeta bacên ku ji bo erdhejê hatine komkirin pirsî. Îbrahîm, diyar kir ku ev 4 roj in serdana herêmên erdhejê dikin û wiha got: “Mixabin wijdanên me diêşin, dilê me birîndar e. Careke din me dît ku tevahiya herêmê, weke 7 meh in tiştek nehatibe kirin xuya dike û hin cih hê bêhtir rastî cihekariyê hatine. Me ji Semsûrê dest pê kir, em li Meletî, Mereş û Hatayê ne. Hatayê pirsgirêkên xwe hene, lê em dixwazin ji vir bang bikin. Em ê vê normalbûnê qebûl nekin. Em ê bipirsin ku hemû çavkanî û hemû bacên di dema erdhejê de derketine li ku derê ne û em ê bibin şopdar. Ev welat nikare li dijî vê bêdeng bimîne. Li aliyekî yên kêfa xwe diparêzin hene, li aliyê din jî mirovên di nava birçîbûn û xizaniyê de hene. Em ê mirovên xwe bi tenê nehêlin, em bi hev re bin, di nava piştevaniyê de bin, gotinên wan li her derê bînin ziman. Welatî mafên xwe dixwazin, mafê perwerdehî û tenduristiyê dixwazin. Ji xwe ev mirovên me mexdûr bûne. Bihayê avahî û veguhestiyê zêde bûne.”   Şande dê li Antakyayê serdana Kooperatîfa Jinan a Taxa Maşûklû, li Samandagê serdana Kooperatîfa Jinan a Mizrakli Rihen, serdana gundên Dîkmece û Serînyol ên Antakyayê bikin û bi civînên gel ên li dar bixin dê bernameya 4 rojan bi dawî bikin.