Danişîna doza Emîne Şenyaşar hat taloqkirin 2023-09-21 14:02:50       RIHA - Danişîna doza derbarê Emîne Şenyaşarê de hatiye vekirin, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên Emîne Şenyaşar hebûn û nekarî tev li danişînê bibe, hate taloqkirin.    Danişîna doza bi îdiaya “biçûkxistina dewletê” der barê Emîne Şenyaşar de hatiye vekirin li 5’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Rihayê hate lidarxistin. Di danişînê de parêzerên Emîne Şenyaşar Hidayet Enmek, Bulent Dûran û Ahmet Taş amade bûn lê ji ber Şenyaşar emeliyat bû nekarî tev li danişînê bibe.    Danişîn bi daxwaza ku Emîne Şenyaşar di danişîneke din de were guhdarkirin, taloqî 30’ê mijdarê hate kirin.