Cenaze bi merasîmeke girseyî hatin definkirin 2023-09-21 08:46:37   NAVENDA NÛÇEYAN - 4 kesên ku endamên YJA-STAR û HPG'yî ne li Licê di şer de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên wan radestî malbatên wan hatin kirin. Tevî hemû astengiyên polîsan bi girseyî cenaze hatin definkirin.    Di 18'ê Îlonê de li gundê Daraqol yê navçeya Licê ya Amedê 4 endamen HPG û YJA-STAR di bombardûmanekê de jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan anîbûn Saziya Tiba Edlî ya Amedê. Piştî nimûneyên DNA'yê yên ji aliyên malbatên wan ve hatibûn dayîn, cenaze ji Saziya Tiba Edlî ya Amedê hatin wergirtin.   Cenazeyê Habîb Karakoç li Girbareşk ê Êlihê û cenazeyê Çetîn Temel (Demhat) li Wanê, Cîhat Ay (Pasûr Rohat) li gundê Salkimli yê navçeya Pasûra Amedê û cenazeyê Hulya Demîrer (Axîn Mûş) jî li gundê Hoşgeldiyê yê navçeya Kopa Mûşê bi girseyî ligel astengiya polîsan hatin definkirin.